Serbora kesayetî ya Ebdulrehman Mistefa
Fraksiyon : Encûmena Tirkumanî ya Sûrî
Post: Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demikî
Ebdulrehman Mistefa ji bajarê Cerablisê ye, xwendina xwe ya kolîja abûriyê bidawî aniye, û paşî bi dirêjahiya 24 salan derbasî nav karê bazirganiyê û kargêriya darayî li Tirkiyê û Lîbiya û Si’ûdiyê û Boligaristanê bû, û bi zimanê Tirkî û Englîzî diaxive.
Di destpêka şoreşa Sûriyê de, Ebdulrehman Mistefa dawî bi jiyana xwe ya pîşeyî ya ji sala 1988’an de destpê kiribû anî û vegeriya Sûriyê.
Li sala 2012’an, tevlî karê rêxistinî bû û serpirştiya rêxistineke Tirkumenî ya di çarçovê şoreşa Sûrî de kir, û bi roleke serke rabû di yekrêziya rêzên tirkumenên parêzgeha Helebê de, û bû endamê desteya damezrêner ya “Platforma Tirkumenên Sûriyê”, û ev seko bi yekem serkeftina rêxistinî ya Tirkumenên Sûriyê li sala 2012’an hat tomarkirin.
Heta li sala 2013’an endamê desteya damezrêner bû, û deste bi karekî rêxweşker rabû ji bo damezrandina Encumana Tirkumenî ya Sûrî, û di yekem civîna desteya giştî ya encûmenê de ya bi beşdariya nûnerên Tirkumenên sercem navçeyan hatibû lidarxistin, bo posta cîgirê serokê wê hat helbijartin.
Û ji aliyê nûnerên encûmena tirkumenî ya Sûrî ve ya ku bi nûnerê rewa yên tirkumenên Sûriyê tê dîtin, ew wek serokê wê di duwem civîna desteya giştî ya encûmenê de ya li gulana 2014’an hat helbijartin.
Li cehzerana 2016’an, bû endamê encûmenê di sêyemîn civîna desteya giştiya enûmenê de, û niha berdewam e di karê siyasî ligel tîma encûmenê li ser sercem astên xwecihî û herêmî û navdewletî.
Ebdulrehman Mistefa karê siyasî didomîne ji bo dabînkirina danpêdana destûrî bi tirkumenên Sûriyê wek “pêkhayeyeke resen û damêzrêner” di destûra Sûriya nû de, ya ku li dawiya pirosêsa siyasî/dîplomasî wê bête pêkanîn, ji bo misogekirina danpêdana sercem aliyan bi rewşa yasayî ya tirkumenên Sûriyê .
Ebdulrehman Mistefa bi roleke sereke rabû di serkêşiya “xebata rûmet û azadiyê de” ya ji bo dabînkirina mafên siyasî û rewşenbîrî yên tirkumenên Sûriyê di Sûriya nû de destpêkirî, ya li ser piransîpên pêkvejiyanê di bin siya seqayeke serweriya aştiyê û mafê mirovan û demokrasiyê û dewleta zagonê ava bibe, ya li ser giringiya nûnertiya rast û rewa, û tekez bike li ser giringiya bêparnekirina hîç netew û pêkhayeyekî ji mafên wan di çarçovê piroseya çareseriya siyasî de.
Jiyana pîşeyî:
1988-1992: rêveberê karubarê darayî û kargêrî û rêveberê herêmî yê kompaniya Kotaman ya Tirkî- Lîbî ya hevbeş bû.
1993-1995: bazirganiya azad di navbera (Tirkiyê – Bolgaristan) de kiriye.
1996-2012: di girûpa kompaniyên Orzkosa Oglo (kompaniya Entis ya Hevbeşî) kar kiriye.
– rêveberê karubarê darayî û kargêrî yê kompaniyekê li Lîbiya bû.
– kordinatorê kompaniyekê li Sûriya û rojhilata navîn.
– rêveberê herêmî yê kompaniyekê li Erebistana Si’ûdî.
Jiyana siyasî:
-2012: endamekê damêzrêner yê Sekoya Tirkumenên Sûriyê.
2013-2013: endamê damêzrêner yê Encûmena Tirkumanî ya Sûrî.
– Cîgirê serokê Encûmena Tirkumanî ya sûrî.
2013-2014: berpirsê têkiliyên derve û yê siyasî yê lîwayê Neviyên Fatihîn.
-2016: endamê Encûmena Tirkumanî ya Sûrî.
Xelat:
2014: xelata baştirîn siyasî ya sala 2014’an ya di çarçovê xelatên Îsmaîl bêg Garsibîr di biyavê mafên mirov ya navdewletî de wergirt.
2015: xelata baştirîn siyasetmedarên sala 2015’an ya di çorçovê 12’hemîn ahenga Oskar de ya pirojeyê başûrê rojhilata Tirkiyê wergirt.