Dr. Bedir Camûs li bajarê Til Minîn li Gundevera Dîmeşqê sala 1968an hatiye jiyanê, dektoriya diranan ji Moldavya standiye û xwendina bilind di biwara siyasî de û macistêr di peywendiyên navnetewî de standiye , hem jî Rawêjkarê Serokê Zankoya Navnetewî bû, ji Komara Sûriyê re deh salan Qunsilê şanaziyê bû.
Dr. Bedir zimanê Ingilîzî û Rûsî dizane hem jî pisporzan e di fermanberiyê de ew serokê Encûmena fermanberiya Kompanya Royal Farko li Moldavyayê ye.
Bi destpêka Şoreşa Sûriyê ya giranbuha re û ji heyvên pêşî ve Dr. Bedir Camûs cudabûna xwe ji Rêjîma Alesed ya tawankar ragihand û giha Rêzên Hêzên Siyasî yên li ber Ased rabûn, beşdarî di kongirên rêkxistina Hevrikberiyê û Hêzên Şoreşê destpêk ji kongirê Antakya li Tirkiyê hem jî kongirê rizgarkirnê di pey re di hevdîditina şêwirdariyê yê ko li gora wî Encûmena Niştimanî Sûrî çê bû, tê de Dr. Bedir bû Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî, û bû Fermanberê Nivîsgeha perwerdehiyê.
Piştî wilo beşdar bû di damezirandina Hevbendiya Niştimanî ji Hêzên Şoreşê û Hevrikberiya Sûrî û bû serokê Desteya Perwerdeya Bilind,
Berî niha posta emîndariya giştî wergirtbû.