Nav û Paşnav : Hewas Xelîl Se’idûn
Pileya Niha: Endamê Desteya Siyasî
Komika siyasî: Encumana Niştimanî ya Kurd
Bajar: Hesekê
Zayind : Nêr
Ji dayikbûyên 15/7/1981an, li parêzgeha Hesekê, bijin e û bavê du lawan e .
pileya wî ya zanistî:
Macistêr di peywendiyên navdewletî û dîplomasî de
Lîsansa Alîkar di Endazyariya Elektrîkê de,
kar di warê berhênana petrolê wek serokê beşê şopandinê li Rimêlan kiriye.
Karê wî yê siyasî :
Di rêzên Partiya Dîmoqrata Pêşverû ya Kurd Li Sûryê, ji sala 1995 ve wek berpirsê rêxistina qutabiyan li bajarê Hesekê kar kiriye.
Endamek damezrêner e di Tevgera Çaksazî-Sûrya de , niha di pileya endamê desteya navendî di tevgerê de kar dike.
Nûnerê Tevgera Çaksazî ye di Encumana Niştimanî ya Kurd de , di hejmarek pileyan de di Encumanê de kar kiriye:
Endamê Desteya Cîbecîkar e di ENKSê de.
Serokê Encumana Xwecihî ji ENKSê re bû li bajarê Girkê Legê.
Ana endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiyê ye Wek nûner ji ENKSê re, di pileya hevrêzkarê giştî ji hevbendiyê re bi pêkhateya kurdî re.
Damezrênerê Encumana Aştiya Komelayetî li Girkê Legê û derdorê wê ye, û beşdar bû di damezirandina wê de li Qamişlo û Amûdê .
Di hejmarek ji korsan di warê danûstandinan de, di riya hin saziyên navdewletî re beşdar bûye wek( Karter, Rêxistin Nerwicî, Peymangeha Niştimanî Ya Demoqrat ya karûbarên Nêvdewletî, Peymangeha Kilînîkdal Ya Peywendiyên Nêvdewletî Ya Holendî, û ji bilî wan jî)
Bi rikberya xwe ji rijêmê re hatiye naskirin, tûşî lêgerîn û girtinê bûye ji bo çalakiyên wî yên siyasî di encama serhildana gelê kurd 12azara 2004, Ji aliyê Leqê Asayişa Leşkerî (leqê Filestîn) Girûpa Biserdegirtinê hat girtin, û tûşî dijwartirîn coreyên eşkenceyê bû.
Di Dîdara Niştimanî Ya Tevayî Ji Hêzên Rikberiyê re, li otêla Semîr Emîs ji bo dîtina çareseriyê û dawîanîna setemkariya rijêmê û pêkanîna armancên şoreşê beşdarî kiribû .