Qedah li bajarê Der`a sala 1964an ji dayik bû, bijin e û şeş zarokên wî hene ,bawer nameya doktora di Bijîşkiya Vêtêrnerî wegirtiye.xwedanê kompaniyeke taybet e ya bazirganiya dermanan, sipartedarê hejmarek ji kompaniyên cîhanî ye .
ji destpêka şoreşê de 18 /3/ 2011 tevlî bû , yek ji damezrên Lebata Şoreşgerî ye li bajarê Der`ayê ye, endamekî damezer e di Dîdara Hevrêziya Niştimanî ya ku di hundirê welat de li dar ket di destpêka lebata şoreşgerî .
Bi hejmarek ji çalakvanan re, Encumana Serokatiya Şoreşê li Der`ayê damezirand . barê Hevrêzkarê Giştî ji encumen re da ser mile xwe , encumenê ku kongirê xwe yê damezirandinê di 8/8/2011 li dar xist .
Bi berdewamiya şoreşa sûrî û xurtbûna tundûtûjyê ji aliyê rijêma Beşşar Elesed dijî xwepêşandêrên ku daxwaza azadiyê dikin . 15 tîrmeha 2011 ,Qeddah berê xwe da Şamê da ku beşdaiyê di kongirê Ruhakirina Niştimanî de bike . neçar ma ku li bajêr bimîne û dest bi daraştina gavên pêşî bike ,ji bo pêkanîna Encumana Serokatiya Şoreşê bi alîkariya şoreşgeran, li Şama paytext û derdorên wê .
Hêzên rijêmê 26/11/2011 ew girtin, du heyvan girtî ma li leqê Asayişa Asîmanî, bi tawana tîrorê ,piştî derketina wî ji girtîgehê xwe veguhest taxa Elhecer Eleswed , li wir beşdarî di avakirina encumenekî leşkerî mezin kir, yê ku paşre bû Liwai Ehrar Horan, Dr.Qedah xwedî roleke çalak bû di avakirina Encumanên Xwecihî li parêzgeha Der`ayê.
dema pêkhatina Hevbendiya Niştimanî boHêzên Şoreş û Rikberiyê di çêriya paşî 2012 ,Qeddah bû nûnerê Encumanên Xwecihî ji parêzgeha Der`a yê re .