Ew komîteke ji yên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê ye, wê rûmeta xizmeta hecaciyên mala Xwedê ji sala 1434ê koçî ve li gora peymana digel wezareta hecê ya Erebistana Siûdî wergirtiye.
Karûbarê wê birêvebirina pêrabûnên pêdivî bo hecê ye, di warê xizmeta hecaciyên mala xwedê ji xelkên Sûriyê yên ko dixwazin ferza hecê pêk bînin, ev karûbar ji nivîsandina navan û pêşkêşkirina daxwaznameyên emîndarên karwanan û yên bebijêrên çûnê û kesên alîkar pêk tê, û derkirina vîza pêdivî di rêya balyozxaneyên Siûdiyê re, û vekirina nivîsgehên komîtê li Libnan, Tirkiyê, Misir, Urdin û xaka Sûriyê ya rizgarkirî, û çavdêriya operasiyonên guhastinê û niştecihkirina hecaciyan di nav Mekeya pîroz û li Medîna Ruhnîdar û Deverên Pîroz û mijarên tewafê yên corbicor.
Komîta hecê ya bala ya Sûrî û ofîsên bi ser wê ve, dezgeheke xizmetkariya bê armancê qzenckirin û sûdemendiyê ye. Rêverbirina wê wek hemû dezgehên Hevbendiyê yên li welatan belavbûyî ne serbixwe ye, û digel dezgehên din bi serxwebûyîna her yekê ji wan kar dike.
Bi biryara serokê Hevbendiyê tête damezirandin, û karûbarê wê çavdêriya tevahiya heca Sûrî ye, û imzekirina peymanan digel dezgehên bi hecê ve têkildar yên li Erebistana Siûdî, û kar dike ji bo dabînkirina çûna hecaciyan ji dewletên derdor heta bi Siûdiyê, bo pêrabûnên hecê bi tekûzî pêk bînin û vegerin welatên ko jê hatine.
Nivîsgehên wê yên herdemî û yên danpêdankirî li: Bab Elhewa, Elreyhaniyê, Xazî Entab, Istanbul, Beyrût, Eman, Qahire û Meke hene.
Nivîsgehên wê yên demkî li : Bab Elselame, Mêrsîn, Imarat, Kiwêt û Qeter hene.
Serokê komîta hecê ya bala ya Sûrî: Ebdilrehman Mestefa ye.
Birêveberê heca Sûrî: Samir Bêreqdar e.
Silogana me:
‘’Çi xêra ko hûn dikin Xwedê pê agahdar e ‘’
Dîtina me ji bo siberojê:
Em bibin dezgeha herî çak di xizmeta hecaciyên mala xwedê de, û ya pêşeng li ser asta cîhana Islamî.
Peyama me:
Parastina mafê hemû hecaciyên Sûrî li her derê, di riya pilanek istiratîcî re ya bi nûjentirîn rêkên teknîkî birêve diçe.
Amancên me:
Em bihêlin Kesên sûrî ji hemû welatan bikaribin ferza hecê bi hêsanî pêk bînin.
Bilindkirina asta kesên ko xizmeta hecaciyan dikin, û piştgirîkirina wan bi nifşekî gênc û jêhati.
Rêkxistinkirina pêvajoya çûna hecê li ser bingehin zanistî û piraktîkî.
Belavkirina têgihiştina piraktîkî û ya agahiyan ji bo hecaciyan li ser bingehin zanistî û praktîkî.
Misogerkirina wateya piransîbên bilind di jiyana hecacî de, di riya tekezkirina li ser exlaqên bilin û sebr û deyaxa beramber astengiyan.
Pirênsîbên me:
Berpirsiyarî
Ewlehî
Hevkarî
Karê çak
Zelalî
Bawerî
Duristî
Pabendiya olî
Malpera Eliktironî
http://sy-et-hajj.org
Navnêşana li ser Facebookê
لجنة الحج العليا في الائتلاف الوطني السوري