Xwendin:
Dr.Mihemed Nezîr Elhekîm derçûyê zankoyên Firinsa, di biyavê kompiyoter û elektironîkên wird de, û hilgirê sê bawernameyên diktora ye di vê biwarê de, û yek ji bawernameyan di biwarê rêvebirina lêkolînan de ye, û ew ustad e li zankoyên Firinsa.
Jiyana pîşeyî:
Ew li Firinsa kar dike di kompaniya bazinên elektirîkê de wek rêvebir û rêxerê teknîkî yê giştî, û çend afrandinên wî hene yek ji wan niha di geşteyên esmanî de li ajansa Nasa tê bikaranîn.
Xebata wî ya siyasî û şoreşgerî:
Her ji destpêka ciwaniya xwe de tevlî tevgera siyasî ya îslamî li Sûriyê bûye, û li sala 1976 an ji ber xebata xwe ya dijberî rijêma Hafiz Esed ji welêt koçbar bû.
Di damezrandina Encûmena Niştimaniya Sûrî her weha ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê de beşdar bû, ji bo endametiya desteya siyasî hat helbijartin û bû balyozgerê Hevbendiyê li Tirkyê.