Berpirsên Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê goman xistin ser karîna Rûsiya ya badora erênî di kongirê Sûtçî de, û gihiştina encamên mifadar ku bibin fakter ji bo pêşvebirina piroseya siyasî û cîbicîkirina naveroka tekestên biryarên navdewletî.
Sikirtêrê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yihiya Mektebî got ku Mosko nikare çavdêriya kongirekî aştiyê li Sûriyê bike, û zêdekir û got ku hêjî firokên Rûsiya li kêlek Rijêmê berdewam in di armanckirina sivîlan û taxên nişteciyan de.
Mektebî bal kişand ser ku pêwîst bû Rûsiya jidilbûna xwe derbarê çareseriya siyasî li Sûriyê di geşta dawî ya danustandinên Cenêvê de diyar kiriba, bi rêka pêkanîna fişaran li ser rijêmê dema ku astengî çêkirin û biyekcarî tevlîbûna danustandinên rasterast red kir.
Û endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî, ‘Uqab Yihiya, got ku Rûsan merc danîn li pêşiya opozisyonê berî ragihandina rojeva kongirê “Sûtçî”, û bal kişand ku ev yek gelek pirsyaran têxe li ser kongir, û got ku rola Mosko nerênî ye di pêşvebirina piroseya siyasî de, û bal kişand ku opozisyona Sûrî pabend e bi çareseriya siyasî bi rêka danustandinên Cenêv bi çavdêriya NY, û ligor biryarên navdewletî yên taybet bi rewşa Sûriyê , û di serî de daxuyaniya Cenêv û herdu biryarên 2118 û 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî