Rêkxistin û çend Komeleyên li Fransa, bizavê dikin ji bo karînan bikin yek ji bo gunehbarkirina rêjîma Esed li pêşberî dadweriya Ewropî, wek dadgeha Ewropî û dadgeha tawankariya navdewletî.
Van rêkxistinan zêdegaviyên li dijî jinên Sûriyê wek destdiriya sêksî ya kotekî û kuştinê belgeh kirine, her weha diyar kirine ko bêtir ji pêncî hezar jin di zindanên Esed de hene, li gora malpera Elcezîre net guhastiye.
Roja şemiyê êvarî, xwepêşindanek li Parîs derket ji bo piştgiriya bi hezaran jinên Sûrî yên di zindanên rêjîma Esed de girtî ne, piştî ko kenala Firensî ya duyem berî çend rojan filmê ‘’qîrîna nebihîstî‘’, ya ko behsa serbora hin jinên Sûrî yên hatibûn girtin û zorbazî di zinanên Esed de li wan hatiye kirin dike.
Xwepêşinderan wêneyên ew jinên binpêkirin dijî wan di wî belgefilmî de hatibûn kirin hildabûn, û daxwaz ji dadweriya Ewropî û navdewletî kirin ko tola wan hilînin û simbolên rêjîmê û yên ko ew tawankarî kirine ji bo dadgehkirinê pêşkêş bikin.
Semîra Mibeyid ya ekadîmî û hevrika rêjîmê ye, diyar kir ko dosyake tekûz ji bo bişînin dadgeha Ewropî û ya tawankariya navdewletî amade dibe, ji bo daxwaza berdana bi hezaran jinên ko zorbazî bi şêweyekî hovane di girtîgehên Esed de li wan dibe, û bo Esed û berpirsiyarên mezin wek tawankarên cengê bibînin, piştî ko laşê jina Sûrî kirine meydana cengê, li gora salixdanê wê.
Di heman mijarê de Firansiwa Morzayar berpirsiyara ragehandinê ya rêkxistina lêbûrîna navdewletî dibîne ko rêjîma Esed çekê zorbaziya jinan ji destpêka şoreşê ve bikar aniye, ji bo raperîna gel ya li dijî wê rawestîne û mêrê Sûrî jî riswa bike.
Morziyar got ku pêdiviya civaka navdewletî bi belgeyên bêtir yên ko Beşar gunehbar dikin nîn e, lê pêdiviya wê bi viyaneke siyasî ya rastyeqîn heye ji bo wî dadgeh bikin, ne wî ji danûstandinan re pêşkêş bike.
Ji aliyê xwe ve Mîşêl Morziryar çalakvanê mafnasiyê û serokê komela Rofîfo ya guhdanê bi penaberên Sûrî yên siyasî li Firensa dike, ji dewletên rojavayî daxwaz kir ko bi berpirsiyariyên xwe yên sincî û siyasî rabin derbarê binpêkirinên dijî miletê Sûrî dibin, ji wan jî karên zorbaziyê û êşkence û kuştinê.
Çalakvanê mafnasiyê destnîşan kir ko nêzîk 200hezar Sûrî di girtîgehan de ne, hemû cureyên êşkenceyê û lêdan û zorbaziyê dibînin.
Ebdulmecîd Emrarî serokê rêkxistina Efdî ya navdewletî ya mafê mirovan ku bargehê wê li Parîsê ye, diyar kir ko çend rêkxistinên mafnasiyê nuha kar dikin bo rêjîma Esed pêşkêşî dadhegkirinê li pêşberî dadweriya Ferensî û Siwêsrî bikin, çimkî ew taybetmendin di warê êşkenceyê de li ser asta navdewletî, tev ko ew nûnerîtiya dadweriyeke niştimanî dikin, ko di dosya binpêkirinên mezin û yên belgehkirî vekolînê dikin, bi amanca çi berpirsiyarê Sûrî ko pê li xaka Firensa û Siwêsra bikin bêne girtin.
Emrarî diyar kir ko ew nuha wekaletên qurbaniyên zorbaziyê di zindanên Esed de kom dikin, tako dozdariyekê li pêşberî dadweriya Firensî û Siwêsrî pêşkêş bikin.
Her weha pisporê dosyayên tawankariya navdewletî, diyar kir ko dibe madeya pêncan ji peymana Roma kartêker bikin, û vekolînê di operasiyonên veşartina kotekî û zorbaziya zayendî ya rêbazkirî de bikin, li ser bingeha nîşandek û dîdevaniyên ko li bal rêkxistinên mafnasiyê hene.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî