Firansa operasyonên topbaran û bombebarana asmanî ya hêzên rijêma Esed û Rusya li ser parêzgeha Idlibê, ya ku di encamê de herî kêm 70 kes hatin kuştin, ku sêyek ji wan zarok bûn, û nêzîkî 350 kesî birîndar bûn, şermezar kir.
Û Wezareta Derve ya Fransa di daxwiyaniyeke xwe de, tekezî li ser piştevaniya xwe bo banga Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî û Şanderê wî yê taybet bo rawestandina pevçûnan li tevaya deverên Sûriyê û gihiştina çareseriyeke siyasî li gor biryara 2254 ya ji hêla Encumena Ewlekariyê ya ser bi Netewên Yekbûyî ve derketiye, kir.
Û Fransa cextî li ser pabenbûna tam bi yasaya navdewletî ya mirovahî û mafên microvan kir, û di daxwiyaniya xwe de bal kişand ser wê yekê ku piştgiriya rizgarnebûna ji sizayan dike.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, bal kişandibû ser ku kiryarên rijêma Esed dijî hemû Sûriyan, û berdewamiya tawanan li dijî wan, ji encama serederiya civaka navdewletî ye, bi nûneratiya Encûmena Ewlekariyê û dûrketina ji berpirsiyariyên xwe yên li gorî peymana Netewên Yekbûyî û nedana biryarên vebir derbarê dosyaya tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê yên ku ji aliyê rijêma Esed ve hatine kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî xwest ku rêşûnan li gorî beşa heftan a peymana Netewên Yekbûyî bistîne, û Hevbendiya Niştimanî tekeziyê li ser pabendbûna xwe bi karê berdewam heta ku rijêm li gor yasa û belge û peymanên navdewletî siza bibe dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî