Li ser vexwendina ku ji hêla Encûmena Êl û Eşîran ve arasteyî Hevbendiyê bûye, Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra, û Şanda pêre îro Sêşemê, di xebatên kongirê salane yê giştî yê ku li navçeya Sijo ya nêzîkî bajarê Ezazê li gundewarê Helebê li dar ketiye, amade bû.
Û Şanda Hevbendiya Niştimanî ji Cîgirê Serok Ebdulmejîd Berekat û hejmarek ji herdû Desteyên Siyasî û Giştî pêk dihat, û di nav kesên ku hatine vexwendin de Serokê Desteya Danustandinê ya Sûrî Bedir Cemûs, Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrihman Mustefa û hin Wezîrên Hikûmetê amade bûn, her wiha bi beşdariyeke berfireh ji curbecur êl û eşîrên sûrî û Encumena Tirkmanî ya Sûrî û Kombenda Serbixweyên Kurd û kesayetiyên siyasî û leşkerî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl.
Û Konferansê salane yê îsal di bin diruşmeya “Şoreşa me dê heyanî cîbicîkirina biryara 2254 û gihîştina Sûriya azad a ji zordarî û stemkariyê û terorê vala berdewam be” hat lidarxistin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya van bûyeran di xurtkirina hevrêzî û girêdana di navbera sazî, rêxistin û kesayetên Sûrî de kir, bi awayekî ku xizmeta welatiyan bike, û bibe alîkar di parastina tevna civakî de ya ku Sûriyê ji dewletên din cuda dike, tevna ku rijêma Esed hewil da ku hilweşîne û lawaz bike.
Û Elbehra plana karê Hevbendiya Niştimanî di qonaxa bê de berçav kir, ya ku giringiyê dide pêşdebirina proseya siyasî ji bo giheştina cîbicîkirina tam û vebir ji biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 ya sala 2015an, û ji Sûriyan xwest ku bi hev re kar û hevkariyê li gorî hêza heyî bikin, û ketwarê Sûeriyê biguherînin, û bakurê Sûriyê di warê aborî, perwerdeyî û rewşenbîrî de pêş bixin.
Û tekezî li ser pêwîstiya vegerandina hêviyê ji Sûriyan re kir, û nimûneyeke zindî ji Sûriya paşerojê re pêşkêş bikin, û helwesta Hevbendiyê ya pêwîstiya gihiştina Sûriyayeke yekbûyî û serbixwe û xwedî serweriyeke tam li ser tevaya xaka xwe û têde dadwerî, azadî û demokrasî bi ser bikeve tekez kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî