Di çarçoveya pirojeyên geşepêdana bakurê rizgarkirî de, îro Çarşemê, bi fînansekirina Sindoqa Qerzdanê bo Nûavakirina Sûriyê, projeya sîstema Enirjiya rojê bo îstgehên avê li bajarê Babê li gundewarê Helebê hat vekirin, bi armanca çareserkirina kirîza mezin a avê ya ku bi salan e dever tûşî wê dibe.
Û vekirina pirojeyê bi amadebûna Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrihman Mustefa, Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmejîd Berekat û endazyarên serperiştiya cîbicîkirina pirojeyê dikin, pêk hat.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulmejîd Berekat, diyar kir ku piroje bi enerjiya rojê kar dike, û endazyarên Sûrî serperiştiya wê dikin, û tekez kir ku vekirina vê pirojeyê dê bandoreke wê ya erênî li ser xelkê hebe, ji bo ava xwe ya pêwîst dabîn bikin.
Û Berekat bal kişand ser wê yekê ku rijêmê kiryarin bimebest pêk anîn, da nehêle xelk deverên xwe pêşe bibin, û ew yek bû sedema ku dever bi salan zuha bimîne.
Û got ku ev piroje têra bakurê rizgarkirî nake, û pêdiviya deverê bi pirojeyên geşepêdanê yên mezin bo vegerandina jiyanê heye, lewra Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî, pêwendiyan li gel gelek aliyan ji bo pêşxistina van deveran dike.
Û Berekat pesnê pisporiya xwemalî ya niştimanî ya faktera sereke ya serkeftina pirojê bû da, û dît ku ew wek gava yekemîn a pêşxistina tevaya bakurê rizgarkirî ye, di riya dabînkirina avê û peydakirina enerjiya paqij û enerjiya rojê li van deveran.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî