Hevrêzkarê Ofîsa Penaber û Derbideran ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ehmed Bekura, diyar kir ku zêdegaviyên govdeyî û devkî û binpêkirinên hêzên parastina sînor ên Belarusî û Polonî dermafê penaberên ku dixwazin derbasî welatên Ewropayê bibin, nayên pejrandin, û dijî yasa û rewiştên navdewletî ne.
Û Bekura îro Çarşemê, di daxwiyaniyin taybet de, bal kişand ser wê yekê ku ev binpêkirinên berdewam bandoreke neyînî li wêneya Yekîtiyê Yekîtiya Ewropayê wek berevana di ber mafên mirovan û bindestan de yên ji dojeha mirinê direvin û li derfetên jiyanê yên nû digerin, dike.
Û Bekura got ku Hevbendiya Niştimanî dê di vî warî de peywendiyan bike û tevbigre, û bang li dewlet û saziyên Yekîtiya Ewropa bike, ji bo rê li pêşiya çêbûna van bûyeran bigre, û amaje bi wê yekê kir ku baştirîn piştevaniya gelê Sûriyê di çareserkirina kêşeyên wî yên bingehîn de ye, û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi pirsa Sûriyê, û pêkanîna veguhestina siyasî ya ku jîngeheke aram û ewle dabîn dike, û rê li pêşiya vegera ewle ya bi dilxwazî vedike, û ew take-rê ye ji bo rawestandina pêla penaberan.
Û alavên ragihandinê yên Sûrî, ragihandin ku dema penaberên Sûrî dixwestin di riya sînorê di nav Belarûsya û Polonyayê re derbasî Ewropayê bibin, rastî binpêkirinên giran hatin, û di navbera sînorên herdu welatan de asê man.
Û çalakvanin mafnas, diyar kirin ku hêzên parêzvanên sînor ên Polonya û Belarûsya, mafên penaxwazan binpê dikin, bi serederiya tund û lêdanê, li dijî penaberên ku hewl didin di riya sînorê di navbera herdu dewletan de re xwe bigihînin Ewropayê.
Hêjayî gotinê ye ku çalakvanên mafên mirovan hişyarî dan ji siyasîkirina vê doza mirovî, û bikaranîna torên qaçaxçîyan ji aliyê hin aliyan ve, ji bo xapandina penaxwazan û bikaranîna wan da ku tirajîdiyê li her du aliyên sînorê Belarûs û Polonyayê kûr bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî