Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Munzir Siras, tekez kir ku berdewamiya êrîşên leşkerî yên rijêma Esed û Rusya li ser gundewarê herdû parêzgehên Idlib û Helebê, aramî û ewlehiyê têk dibe, û nahêle ku niştecî jiyana xwe berdewam bikin, û jiyana wan nearam dimîne û herdem derbider dibin.
Û Siras di daxwiyaniyin taybet de îro roja Çarşemê, got ku êrîşên li pey hev ên rijêma Esed û Rusya, xelkê neçar dikin ku derbider bibin, û ew êrîş nahêlin ku cotyar li nav zeviyên xwe yên çandiniyê bixebitin, an jî berhemên xwe biçinin, û ev yek jî bandoreke mezin li rewşa aborî ya xelkê dike.
Û Siras anî ziman ku ev êrîşên terorîstî proseya xwendinê jî têk dibin, ji ber ku nahêle zarok biçin dibistanên xwe, û herdû alîyên êrîşker bimebest dibistan û avahiyên perwerdeyê, bazarên gelêrî û stasyonên av û elektrîkê armanc dikin.
Û Endamê Desteya Siyasî tekezî li ser wê yekê kir ku divê civaka navdewletî sînorekî li pêşiya êrîşên rijêmê û Rusya deyne, û rijêmê û Rusya li ser tawanên wan siza bike, û rewşa rizgarbûna ji dadpirsînê neçespîne.
Û cextî li ser pêwîstiya standina helwesteke navdewletî ya rasteqîn kir, ji bo bidawîkirina kuştina Sûriyan û pêkanîna veguheztineke siyasî li gorî biryara Encûmena Ewlekariya Navdewletî ya 2254, û vegerandina koçberan bo malên wan, û destpêkirina dadgehkirina tawanbarên tawanên cengê û tawanên li dijî mirovahiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî