Desteyên Alîkariyê hişyarî dan ku eger Encumena Ewlekariyê razîbûna xwe bo gihandina alîkariyan ji bo bakurê rojavayê Sûriyê di Tîrmeha bê de dirêj neke, dê keresteyên xwarinê yên ku derdora çar milyon kesê Sûrî li ser dijîn heta heyva Îlonê li herêmê bi dawî bibin.
Û Serokê Komîteya Alîkariyan ya Navdewletî, David Miliband, roja Pêncşemê di kongirekî rojnamevanî de got:”Pir girîng e gelê Sûriyê neçar nebe ku bihayê nakokiyên jiyopolîtîkî bide”, û da zanîn ku alîkariyên ku derbasî bakurê rojavayê Sûriyê dibin her heyvê piştgiriya 1.4 milyon mirovî dikin.
Û Rêvebira Sûriyê di komîteyê de Tanya Evans got ku krîza xwarinê ya cîhanî “bi taybetî ji bo Sûriyê wêranker e, nemaze ji parêzgeha Idlibê re yaku cihê hejmarek mezin ji derbideran e”, û Evans hişyarî da ku “ger ev mîkanîzm di heva tîrmehê de neyê nûkirin, texmîn heye ku heta meha Îlonê keresteyên xwarinê bi dawî bibin.”
Û got ku saziyên sivîl texmîn dikin ku ew dikarin operesyonên xwe kêm bikin û alîkariyên xwarinê bigihêjin nêzîkî 300,000 kesî, ev jî tê wateya ku bêhtir ji mîlyonek kes dê nikaribin di Îlonê de xwarinê bi dest bixînin.
Û Rêvebira Tirkiyeyê ya saziya CARE Şêrîn Îbrahîm, diyar kir ku ger ev biryar neyê nûkirin dê 80% ji xizmetên parastinê yên ji aliyê Netewên Yekbûyî ve tên dayîn bên rawestandin, û hişyarî da ku yên herî zêde ziyanê bibînin dê jin û zarok bin.
Û di vê derbarê de Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de, daxwaza dirêjkirina biryara navdewletî derbarê derbaskirina alîkariyan di riya xalên sînorî re kiribû, û ku biryar rastî fişarên Rûsî û hewldanên astengkirina dirêjkirina biryarê neyê, û daxwiyaniyê gotibû ku pir pêwîst e ku alîkariyên miriovahî di riya rijêma Esed re neyên şandin, ji ber ku ew wan alîkariyan bo pşitgiriya milîsên ku sûriyan dikujin bikar tîne, û Hevbendiyê tekez kir ku ev alîkarî ne armanca sûriyan in, lê ew tenê rêyek e ji bo zindî bimînin, û dijî rewşa dijwar yaku têde dijîn li ber xwe bidin, ji ber ku aermanca sûriyan ew e ku ji rijêma Esed û desthilatdariya wê rizgar bibin, û Sûriyê jinûde ava bikin, daku karibin vegerin bajarên xwe, û Sûriya nû yaku azadiya mirov û rûmeta wî diparêze ava bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî