Saziya Lêborînê ya Navdewletî AMNESTY dît ku yasaya ku îşkencê wek tawan dibîne yaku rijêma Esed derxistiye, armanc jê ew e ku rûyê rijêmê xweşik bike, derbarê tawanên ku bi dirêjiya salên berê dermafê girtiyên di zîndanên rijêmê de pêk hatine.
Û Cîgira Rêvebira Ofîsa Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîka di Saziya Lêborînê ya Navdewletî de Lîn Meilof, got ku ev yasa dixwaze ku binpêkirina mafên mirovan yên bi erêkirina rijêmê bi dirêjiya dehên salan, pak bike,
Û bal kişand ser ku ew yasa pir dozan piştguh dike, û mafê kesên ku berê rastî îşkencê hatine nade, û nejî dîdevanan an kesên ku berê bûne qurbanî diparêze, û ne jî têde hatiye gelo dê malbatên qurbaniyên îşkencê berdêlên diravî bistînin an na, dema ku hinek ji wan hatin kuştin.
Û got ku tiştê ji wê girîngtir ku vê yasayê behsa rêşûnên ku werin standin, daku nehêle îşkence careka dî di navendên girtinê û zîndanan de çêbibe nekiriye.
Û Meilof ji rijêma Esed xwest ku bi awayekî lezgîn destûrê bide çavdêrên serbixwe daku bighînin navendên girtinê yên navê wan bi pîsî li seranserî welêt derketiye, cihên ku têde îşkenc pêk tên ta dighê asta mirinê ji deh salan de, û tekezî li ser pêwîstiya dadgehkirina kesên îşkence pêkanîne an danûstandineke tund an ne mirovahî bi girtiyan re kirine kir.
Û berê Serokê Desteya Sûrî ya Karûbarê Girtî û Windayan Yasir Elferhan, yasaya ku rijêmê derxistiye, di daxwiyaniyeke berê de bi “bêşermiyê” salix dabû, û tekez kiribû ku girtin û kuştin û îşkence riftarekî rêbazkirî ye li bal rijêmê daku hikumdariya Sûriyê bike.
Û Elferhan bal kişand ser ku rijêma Esed û amûrên wê yên ewlekarî, li ser operasyonên îşkence û kuştinê di hundir zîndanan de dijîn, û dît ku ev siyaseteke çespandî ye li bal rijêmê ji dema desthilatiya Esedê bav de, ji bo ku li hember rikberên rijêmê raweste, û bihêle ku dev ji daxwazên xwe yên mafdar di azadî û rûmet û dadweriyê de berdin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî