Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapora xwe yaku duh înê derketiya de, diyar kir ku 67 sivîl li Sûriyê di heyva adara 2022 hatin kuştin, 20 zarok û 3 jin di nav wan de hebûn, û 7 sivîlan canê xwe di bin îşkencê de ji dest dan.
û Tora Mafnasî di raporê de, bal kişand ser ku mayînên zemînî bûn sedema kuştina 27% ji qurbaniyan.
Û raporê di bîr anî ku di nav koma qurbaniyên di heyva adara bûrî de hatine kuştin, 7 sivîl di nav de zarokek hebû li ser destê rijêmê hatibûn kuştin, û jinek li ser destê Heyet Tehrîr Elşam hate kuştin, û Rêxistina Daişê sivîlek kuşt, û raporê kuştina 5 sivîlên ku li ser destê milîsên PYD hatine kuştin tomar kiriye, û li gorî raporê 53 sivîl di nav de 19 zarok û 2 jin li ser destê aliyên din hatine kuştin.
Û raporê kuştina 7 kesan di bin îşkencê de, 4 jê li ser destê rijêmê û 3 li ser destê milîsên PYD belge kir, û bal kişand ser ku di nav qurbaniyan de yek ji kadroyên bizîşkî bi guleyan hatibû kuştin bêyî ku rapor karibe cihê kuştî diyar bike.
Û rapora mafnasî bal kişand ser ku parêzgeha Deraa di pêşiya parêzgehên dî de bû bi rêjeya 40% di hejmara qurbaniyan de, û di pey re Dêra Zorê bi rêjeya 21% hat, û di pileya sêyem de bajarê Helebê hat, bi rêjeya 16 % ji serhejmariya qurbaniyan.
Û Rapoa Tora Mafnasî cextî li ser pêwîstiya ku rijêm operasyonên bombebarankirina bêserûber û armanckirina deverên nişteciyan û nexwaşxane û dibistan û bazar û operasyonên îşkencê rawestîne kir, ji berk u ew bûne sedema kuştina bi hezaran Sûrî di hundir navendên ku têde asê bûne de, û rijêm pabendiyê bi biryarên Emcumena Ewlekariyê û yasaya urfî ya mirovahî bike.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di rapora xwe ya nû de, ji dewletên ku piştgiriya milîsên PYD dikin daxwaza rawestandina tevaya awayên piştgiriyê bo wan kir, û ku bihêle ew pabendiyê bi rêzikên yasaya navdewletî ya mafên mirovan û yasaya navdewletî ya mirovahî bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî