Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di Roja Cîhanî ya Piştgiriya Qurbaniyên Îşkencekirinê de, tekez dike ku tenê şermezarkirina civaka navdewletî ji îşkencekirina ku di zindan û girtîgehên rijêma Esed de ji yanzde salan de pêk tê, tişt li Sûriyê neguhart, ji ber ku rijêma tawanbar di îşkencekirina hovane de dermafê girtiyan ta asta mirinê hîn berdewam e.
Û nestandina rêşûnên rêgir û kartêker ji hêla civaka navdewletî ve dijî rijêma Esed tevî hebûna bi hezarên belgeyan, sedemeke bingehîn bû ku rijêm bi awayekî hovane bi girtiyan re bide û bistîne. Û tevî salixdana rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan ji zindanên rijêmê re ku ew Cihên Gurandina Mirovan in, hîn bi sedhezaran Sûrî di zindanên wê de hene û jiyana wan her roj di metirsiyê de ye, ji ber ku îşkence bi awayekî berfireh berdewam e.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza pêwîstiya rizgarkirina girtiyên Sûrî û eşkerekirina çarenivîsa wan dike, û cext dike ku berdana girtiyan ne mijareke danûstandinê ye daku bazar û fişar ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê ve li ser bibin.
Hevbendiya Niştimanî cextiyê li ser pêwîstiya ku nehêlên doseya girtiyan weke kaxezeke siyasî bikar were dike, û ji civaka navdewletî daxwaza xebatên kartêker û pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst dike, ji bo kartêkerkirina doseya lêpirsîna navdewletî dermafê rijêma tawanbar û sembolên wê li gor biryarên navdewletî û di pêşî de biryara 2254an, daku jiyana ewle û rûmetdar di bin sîwana dadmendî û azadiyê de misoger bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
26 hezîran 2022