Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ruba Hebûş, di roja cîhanî ya Netewên Yekbûyî ya Piştgiriya Qurbaniyên Îşkencê de, daxwaza rawestandina tiştê ku dijî bisedên hezaran ji sûriyan di zindanên rijêma Esed ya tawanbar de dibe kir, û tekez kir ku “şerê di ber mafên mirovan de bingeha şoreşa Sûriyê ye, ya ku şoreşa azadî û rûmetê ye.”
Û Hebûş xemgîniya xwe anî ziman, ji ber ku cîhan û civaka navdewletî nikarin sîstema îşkencê ya herî hovane di serdema nûjen de rawestînin, tevî bangên dubare yên vê civaka ku di şerê xwe yê siyasî de guh nade zimanê mafê mirovan yê ku behsa wî dike.
Û Hebûş Hebûna rêjîma Esed ya tawankar di civakên Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî de şermezar kir, û daxwaza eşkerekirina tawanên vê rêjîmê kir weke pêngavekê ji bo derxistina girtî û binçavkiriyan ji zîndanên rijêmê yên ku rêxistinên navdewletî û saziyên mafên mirovan ew bi Holokostê şêbandine.
Û Hebûş tekez kir ku îşkence û dijatiya rûmeta kesane tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê ne, û pêwîst e ku kesên ew tawan pêkanîne sizayê bibînin û li pêşiya cîhanê tevî bêne dadgehkirin, û ji civaka navdewletî pêngavin rasteqîn xwestin daku bibin rêgir li pêşiya rijêma Esed yaku di ber îşkence û kuştin û wêrankirinê de berpisyar e, di riya qewtandina rijêmê ji civakên navdewletî û dadgehkirina wê di dadgehên navdewletî de û vegerandina mafan bo xwedîyên wan.
Û cextî li ser pêwîstiya rênedana rizgarbûna kesên ku îşkence pêkanîne kir, û pêwîstiya ku liveke navdewletî bo sizakirina wan çêbibe, û got ku deh sal derbas bûn û têde pîstirîn cureyên tawan û îşkencê pêk hatin, û pirsî û got gelo ma civaka navdewletî dê bendewarê Qeyserekî dî be daku yê tawanbar û kujer ceza bike?
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî