Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, tekez kir ku binpêkirinên milîsên PYD yên terorîst û bombebaran û operasyonên terorîstî dijî deverên rizgarkirî berdewam in, û bi awayekî herdemî metirsiyê li ser jiyana sivîlan çêdikin, ji ber ku duh di encama teqîna du otombîlên bombekirî de li herêma Cerablusê ya gundewarê rojhilatê Helebê, 5 sivîl birîndar bûn.
Û Rehmê got ku milîsên PYDê yên terorîst bi rêjîma Esed re kar li ser têkbirina ewlehî û aramiya deverên rizgarkirî dikin, weke çespandinê ku ew beşek in ji vê rêjîma tawankar û di bin fermana wê de dixebitin, ji ber ku bombebarana hevbeş ya rêjîma Esed û wan milîsan, bû sedema ku li bajarokê Elbeldeq ê gundewarê rojhilatê Helebê du birîndar ketin, ew jî dayikek û zarokê wê bû.
Û Rehmê tekez kir ku ev armanckirinên dubare sivîlan li deverên rizgarkirî dike bin gefa berdewam ji aliyê rêjîma Esed ê tawankar û milîsên PYDê yên terorîst ve, û bal kişand ser metirsiya afirandina pêlên nû ji koçberkirin û derbiderî û awarebûna kotekî, û ku ji encama vê terora berdewam xelk li penagehên aram li paş sînoran bigere.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî daxwaza rakirina sîwana navdewletî ji ser van milîtanên terorîst, û rawestandina piştgiriya wan û sizakirina wan li ser binpêkirinên ku dermafê sivîlên Sûrê pêk anîne kir, ji ber ku doseyeke wan a berfireh ji tawanên dijî sivîlan heye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî