Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê got ku tiştê li Xûta rojhelat li gundewarê Şamê çêdibin‘’tawankariyên cengê yên tekûz in‘’ û rola Rûsya di hemû qonaxên cengê de -wek ko ew dibîne- bingehîn e.
Rawêjkarê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Mihemed Yihya Mektebî got ku hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî û firokên Rûsî sivîl kuştine û bazar û herêmên niştecihan û cihên xizmetgizareî yên giştî û tîmên rizgarkirinê yên berevaniya sivîl û navendên bijîşkî amanc kirine
Mektebî destnîşan kir ko armanca û tiştê çêbûn berê naskirî bûn, ew jî operasiyonên koçberkirina kotekî û guherîna dîmugrafî ne û got: ‘’ ev tawankariyeke cengê ya tekûz e, û nabe ko civaka navdewletî çavên xwe jê bigire an yên beşdar bûne bêsiza bimînin.‘’
Û tekez kir ko Mosko di van bûyeran de sedema serekî ye û ew berpirsiyariyê hildigire, çimkî wê têgeha dijberîtiya rewaya navdewletî û biryarên navnetewî kir, û cîbicîkirina biryara navdewletî ya dawî 2401 ya agirbestê û gihandina alîkariyên mirovî ji hewcedaran re red kir.
Mektebî dibîne ku bobelata mirovî ya Sûrî dê berdewam be, eger Netewên yekgirtî wisa bêçare bimîne û nikaribe sivîlan biparêze, û yên tawankarî kirine û di serî de Beşar Elesed siza bike, û biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê cîbicî bike, da hêviyên miletê Sûrî di azadî û rûmetê de misoger bibin, û desteyeke desthilatdar ya veguhêz bi hemû karûbarên cîbicîkirinê bête damezirandin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî