Duhî roja dûşemê 26 Adarê bi sedan welatiyên sivîl gihîştin bajarê Efrînê piştî ku xwe ji çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmoqrat PYD û çekdarên rêjîma Esed xilas kirin. li gor ku çalakvan Mihemed Hesen ji malpera me re ragihand.
Hesen nişteciyê bajarê Efrînê ye, ji mere da zanîn ku xelkên Efrînê dixwazin vegerin gund û bajar û bajarokên xwe, lê çekdarên PYDê û çekdarên rêjîma Esed rê nadin wan, û diyar kir ku xelkên Efrînê tu carî razî nabin mal û milkên xwe berdin.
Hesen diyar kir ku çekdarên PYDê xelkên ku dixwezin vegerin xayîn bi nav dikin û rêya vegerê li pêş xelkê digirin.
Her wiha Hesen bal kişand ku bêhtir ji 200 hezar koçberên Efrînê li nêzî bajarokê Nubil û Elzehra û Til Rifet di rewşeke xirab de dijîn, û got: Ne av ne çadir û ne derman hene “xelkên Efrînê hemû dixwazin vegerin gund û bajarokên xwe, û dibêjin: mirin ji koçberyê çêtir e”.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyl