Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê got ko rêkxistinkirina Rûsya ji kongirê Sotşî re bi vî şêweyî, nerîna wê ya paşerojê ji Sûriyê re diyar dike, ya ko dixwaze desthilatdariya dîktatorî berdewam bimîne, û tawankaran bihêz bike û viyana miletê Sûrî binpê bike.
Razgirê desteya siyasî Mihemed Yihya Mektebî di daxuyaniyeke taybet de îro got ku em nikarin çi salixê ji kongirê Sotşî yê duh çêbû re bibînin, ji bilî ko em bêjin ew Sêrk bû, û ne li gora çi pîvanên ko Netewên Yekgirtî ji bo dîmuqratî û azadiya miletan danîne.
Mektebî bal kişand ser ko Mosko bi vî şêweyê rêkxistinkirinê awayê ramana xwe bo Sûriya paşerojê diyar kir, û tekez kir ko ew dixwaze Sûriya “bêviyan û dûvik be”
Mektebî şêweyê amadebûna vê hejmara mezin ji vexwendiyên (Kompars) re ya ko mîna perlemana Sûriyê ya lawaz û peyrewa Beşar Elesed de red kir, her weha vexwendina kesayetiyên berpirsiyarên kuştaran û tawankariyên li Sûriyê dibin wek Mi’rac Oral yê xwîniyê dewleta Tirkiyê ye û berpirsiyarê tawankariyên ko derheqê sivîlên Banyas de çêbûne.
Her weha got ku hemû hewildanên Mosko yên ko dixwazin viyana miletê Sûrî binpê bikin û yên mercan li ser wan datînin û dixwaze çareserî yekalî be red dike. Û daxwaz ji Netewên yekgirtî kir ko bi biryarên navdewletî yên taybet bo Sûriyê pabend be, û ya sereke biryara 2254 tako bigehêje veguhastina siyasî ya tekûz.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî