Komîta bilind ya Hecê ya Sûrî destpêkirina tomarkirina navên hecxwazan yên heca sala 2018z/1439 mişextî ragihand, û tekez kir ku ew kar dike bo tevaya xelkê xwe li seraserî navçeyên Sûriyê.
Rêveberê Heca Sûriyan Samir Beyreqdar ragihand ku tomarkirina navan ji roja duşema borî 29’ê çile destpê kiriyê û li roja 8’ê adar bê bidawî dibe.
Beyreqdar bal kişand ku hecxwaz dikarin pêwendiyan bikin ligel 13 nivîsîngehên komîta Hecê yên li Sûriyê û dewletên cîran.
Beyreqdar tekez kir ku komîta wê serederiyê bike bê cudahiya navçeyeyî û siyasî ligel hemû hemwelatiyên Sûriyê, û bal kişand ku li salên borî xelk ji hemû navçeyan beşdar bûn di merasîmên çûna Hecê de, û xuya kir ku nivîsîngehên Hecê herwiha kar dikin ji bo pêşkêşkirina hesankariyan bo heciyên di navçeyên rijêmê de jî.
Hêjayê gotinê ye ku sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî û serokê komîta bilind ya Hecê, Nezîr Elhekîm di serdanekê de li çileyê pêşiya borî li Erebistana Si’ûdî, girêbestek ji bo rêkupêkirina çûna 18 hezar heciyên Sûrî bo werzê Hecê yê sala 2018z/1439m amze kiribû.
Herwiha tê zanîn ku komîta bilind ya Hecê bi dirêjahiya şeş salên berdewam radibe bi serpirştiya çûna karwanên heciyên Sûrî û hewl dide bo bilindkirina hejmara heciyên Sûriyê heta bigehîje hejmara salên berê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî