Wezareta Çandiniyê di desthilata Sûrî ya demkî de û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê, di civînekê de roja înê bi amadebûna nûnerên herdu aliyan, gotûbêj li ser geşkirina karta çandiniyê û xwedîkirina ajelan li herêmên rizgarkirî kirin.
Civîngeran li hev kirin ko Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê alîkariya Dezgeha Giştî Ya Samanê Ajalan û pirojeyê Navenda Serjimarê û pirojeyên Kargeha Êm bike, li ser bingeha serkeftina ezmûneyeke berê ko di navbera herdu aliyan de çêbibû.
Lihevkirina destpêkî hat kirin li ser çêkirina navendekê bo ewlekariya xwarinê, bi amanca ko piroje ji wê re pêşkêş bibin, û li nerînên hev guhdarî bikin, û alîkariyê ji hêla dewletên piştgiriyê dikin dabîn bikin.
Alîkarê wezîrê çandiniyê endazyar Elî Ismaîl yê ko li civînê amade bû li ser giringiya hevkariya hevbeş di navbera wezareta çandiniyê û Yekîneya hevrêzkariya piştgiriyê de tekez kir, û spasiya xwe ji Yekîniyê re ji bo piştgiriya wê ji wezaretê re di dema borî de pêşkêş kir.
Ismayîl bal kêşand ser ko şeş dezgehên wezareta çandiniya giştî li ser xakê û li piraniya parêzgehên Sûrî belavkirî ne kar dikin. Û destnîşan kir ko ewê karta çandiniyê û xwedîkirina ajelan bipêşve bibe û dibîne ko wê ev kar cobicorkirina jêderên perewergirtinê ji bo desthilatê û heyberên corbicor bo niştecihan dabîn dike.
Birêveberê cîbicîkirinê yê Yekîniya hevrêzkariya piştgiriyê endazyar Mihemed Hseno li ser rola Yekîneyê axivî wek dezgeheke niştimanî ji bo hevrêzkariyê di navbera yên piştgiriyê dikin û dezgehên niştimanî wek şirîkên cîbicîkirinê li ser xakê ji (Encûmen, Birêveberî, Rêkxistinên civaka sivîl).
Hesno karên bingehîn yên Yekîniyê wek nirxandina pêdiviyan û deranîna raportan û pêşvebirina pirojeyan û çavdêrî û nirxandin û handanê dan diyarkirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî