Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS kongirekî rojnamevanî taybet bi rewşa girtiyên di zindanên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD de roja Yekşemê 23-7-2017 li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di kongir de Fesla Yûsif cîgira serokê ENKS binçavkirina serkirde û endamên ENKS ji layê PYD ve bi tundî şermezar kir.
Yûsif ragihand ku rewşa tenduristî ya birêz Muhsin Tahir ne baş e û got ku divê hemû girtiyên siyasî serbest bêne berdan.
Ji hêla xwe ve Beşar Emîn endamê emandariya giştî ya ENKS diyar kir ku ewê dest bi çalakiyên sivîl bikin ji bo serbestberdana girtiyan, û got ku wê ENKS di demeke nêz de dest bi xwepêşandan û mangirtinan li bajarên parêzgeha Hesekê û herêma Kurdistanê û Oropa bike.
Tê zanîn ku hejmarek ji serkirde û endamên ENKS û hin rojnamevan di zindanên PYD de ji demeke dirêj ve binçavkirî ne.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê