Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa bi amadebûna endamên desteya siyasî civîneke televizyonî ya toreke girtî, digel wezîrên destehilata Sûrî ya demkî û serokên encûmenên xwecihî yên Idlib û Hemayê û nûnerên tevgera şoreşger li bakurê Sûriyê lidar xist.
Civîngeran dawîtirîn pêşdeçûnên meydanî û siyasî û çawîniya cîbicîkirina peymana Idlibê û pabendiya pê û cîbicîkirina birêveberina sivîl û bihêzkirina wê li hemû bajar û bajarok û gundên bakurê Sûrî gotûbêj kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser tevgera şoreşgerî ya dema dawî, û tekez kir ko “rewanê şoreşê hêj heye”, û bêtir got ku ev tevgera şoreşgerî ew e “ ya nûnerîtiya me dike, û nexşeya rêya me û danûstandinên me destnîşan dike”, û got: “Hevbendiya niştimanî ji pirinsîbên şoreşê nayê xwar, bo azadî û rûmetê bidest bixe”.
Û destnîşan kir ko cîbicîkirina peymana Idlibê dê rê li ber Hevbendiya niştimanî veke tako xwe bêtir nêzîkî gel bike , di riya vekirina ofêsên xwe li hemû herêman, û diyar kir ko dê bizav çêbibin bo şêwiran digel tevgerên şoreşger û hemû nûneritiyên civaka Sûriyê pêk werin, ji bo bigehên yek nerînê bo çaresriya siyasî li Sûriyê û çesipandina birêvebirina sivîl li bakurê Sûriyê.
Tekez kir ko peyman “diyar dike ko bijardeya kuştinê û koçkirinê yên ko rêjîm û hevalbendên wê pêk tînin têkçû”.
Bêtir got, encamên wê erênî ne û dê sûdeyê bighîne pirosêsa siyasî û rê li ber çareseriya siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 veke. Û destnîşan kir ko bizav hene ji bo piştgiriya birêveberina sivîl di riya destehilata Sûrî ya demkî re bibe.
Mistefa dibîne ko ewlehî û saxlemiya sivîlan mijareke pir giring e bo me, û got ku “Em bi dabînkerên Tirk re danûstandinên berdewam dikin bo vê amancê misoger bikin, û bi taybeytî derbarê binpêkirinên rêjîmê û bombebarana corbicor ji bajarên bakurê Sûrî re”.
Jêder: ofêsa ragehandinê ya hevbendiya niştimanî