Yekîtiya Suryaniyên cîhanê “WCA”, daxuyaniyek da û têde êrîşa li ser perpirsyarê rêbazên perwerdeyê yên dibistanên Suryanî li bajarê Qamişlo, li ser destên “milîsên PYD” şermezar kir, û bang li dewletên piştgir ji van milîsan re kir ji bo rawestandina piştgiriya xwe ji wan re ji ber “êrîşên wan ên terorîstî li ser sivîlan”.
Birêz Issa Reşîd, berpirsyarê rêbezên dibistanên Suryanî, li roja şemiya borî li ber dergehê mala xwe li kolana Qewetlî rastî lêdanê hat, wek coreyek gefxwarinê li pêkhatiya Suryan-Asûriyan ji bo neçarkirina wan li ser qebûlkirina rêbazên perwerdeyê yên ji aliyê “milîsên PYD” li hemû dibistanên li navçeyên di bin destê wê de têne sepandin.
Di daxuyaniyê de hatiye ku gef li “Reşîd” hatine xwarin û muhletek heta 21 vê mehê jê re hatiye dan ji bo qebûlkirina rêbazên perwerdehî yên li ser dibistanên Suryaniyan têne sepandin, yan jî ewê berpirsyar be di ber “encaman” de, û daxuyaniyê got ku lêdan û êrîş hatine bi armanca “qebûlkirina wan rêbazên perwerdehî bi darê zorê”, û ev yek bi beşek ji kiryarên wan mîlîsan li dijî pêkhateya Suryan-Asûriyan pejirand.
Serokê Yekîtiya Suryaniyên cîhanê, Conî Miso, destdirêjiya li ser “Reşîd” şermezar kir, û tekez kir ku Suryanên li seranserî cîhanê vê êrîşa dawiyê wek “ragihandina şerekî vekirî li hemberî hemû civakên xwecihî li Sûrîyê dibînin”.
Wî bang li hemû dewletên piştgirên “milîsên PYD” kir û bi taybetî daxwaz ji Amerîka kir ji bo birîna piştgiriya xwe ji bo bidawîkirina “êrîşên terorîstî li dijî sivîlan,” û bal kişand ku PYD’ê hin “kesên Suryanî wek lîstokan” bikar tîne ji bo bicihkirina êrîşên xwe yên li dijî pêkhateya Suryanî.
Tê zanîn ku dibistanên taybet yên “Suryanî û Ermenî” li bajarê Qamişlo di meha Tebaxê de rastî êrîşên çekdarên PYD hatibûn, û hindek dibistan kontrol kiribûn, û ji ber wê Metran û keşeyên dêrên Kiristîyanan li Cizîrê û Firatê tekez kirin ku kiryarên wan milîsan dibin gef li ser hebûna kirîstanên li herêmê, û hevdem hemû coreyên destdirêjiyê li ser dibistanan, xanî û qadên Kiristîyanan şermezar kirin.
Û mitran û serokên dêran redkirina xwe ji her awayê destêwerdan û destdirêjiya li ser mafên kirîstiyanan nîşan dan, herwiha redkirina hewldanên sepandina rêbazên perwerdehî li ser dibistanan diyar kirin, û bal kişsndin ku dibistanên wan” li gor yasayê ne , û gelek nifşên ji hemû pêkhateyan ji van dibistanan derçûne, û wan gelek xizmet ji bo kur û keçên Sûriyê û parêzgeha Hisiçayê pêşkêş kirine”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê