Berpirsiyarekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, tekez kir ko rêjîma Esed tawankariyên cengê yên mezin li dijî mirovîniyê pêk anîne ji gava ko desthilatî bidest xistiye, û erşîvekî wî yê şer derheqê sivîlên Sûriyê heye. Ev gotin hatin di dema diyarkirina komkirina milyonek belgeh derbarê nîşanên pêkanîna rêjîmê ji tawankariyên cengê re aşkere dikin.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Uqab Yihya evro di daxuyaniyeke taybet de got ku ev belgeh rastiya zehmetkêşana miletê Sûrî diyar dike, û got: “ Ew belge rêjîmê û serokê wê yê ko çavdêriya hemû tawankariyan dike pirotesto dikin, û imzeya wî ya rasterast li ser tevan heye‘’. Û got: Beşar Elesed berpirsiyarê yekem e di ber hemû tawankariyan de, û bi rola xwe ya tekûz radibe.
Rojnameya Sundy Times ya Birîtanî diyar kir ko erîşvek ji milyon belgehên ku rêjîmê pirotesto dikin hatiye komkirin, û piraniya van belgehan bi navê wî imzekirî ne, û muhra wêneyê balindeyê “qertel” li ser wan e.
Û destnîşan kir ko ev belgeh di 265 sepetan de hatine komkirin, û di cihekî nehênî yê bi kamîreyan tête çavdêrîkirin hatine veşartin, û şîfreya pênasînê li ser her kaxezê ye berî têkeve depoyan.
Kirêstiyan Lamp, nûçegehana karûbarê derve di rojnameya Sundy Times de got ku evî pirojeyî nîşanên belgehkirî li ser tawankariyên rêjîmê ji 2011ê ve kom kirine, û ew ji ramanên Bêl Wayilî ne, ew leşkerê berê û vrekolînerê tawankariyên cengê yê ko ji giraniya rêveçûna dadgeha navdewletî dilteng bû.
Û tekez kir ko erşîv li gora rojname piştrast dike: ‘’kontrolkirina Esed ji hemû bûyerên ko çêdibin re heye, û operasiyonên kuştinê ji Daiş bêtir kirine, û nîşanên tekezkirinê tê de hene ‘’. Û diyar kir ko ev belgeh ji hêla dîdevanên ko ji Sûriyê reviyane û jiyana xwe kirine metirsiyê, û hêjî 2 ji wana di zindanên Esed de ne hatine komkirin.
Di van belgehan de 55hezar wêne yên ku efserekî cudabûyî bi navê Qeyser ew ji zindanan derêxistine hene, ko wî û tîma xwe wêneyên kelaxên girtiyan yên ko rêjîmê ew şandine nexweşxaneyên leşkerî girtine, û her kelaxekî nivîsek ji çar hejmaran li ser aniya wî hatiye danîn, û nîşanên êşkenceya bi sotandinê û guleyan û bişaftinê li ser hin kelaxan peyda dibe.
Yihya di daxuyaniyekê de got ku Hevbendiya Niştimanî di rêya komîta yasayî re belgehên ku tawankarî û tiroristiya rêjîmê aşkere dikin, ji dadgeha tawankariyên cengê ya navdewletî re pêşkêş kirine, û bal kişand ser ko rêkxistinin li Sûriyê hene, wan jî belgeh û dîdevanî derbarê tewanên rêjîmê pêşkêş kirine.
Yihya hêvî kir ko ev belgeh li dadgeha tawankariyên navdewletî ronahiyê bibînin, û ji dadweran daxwaz kir ko bi rola xwe rabin û van belgehan berçavan bigirin, bo tekûzkirina dosyên tawankaran da wan ji dadweriyê re pêşkêş bikin, û sizayên xwe yên yasyî bibînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê