Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Fermandariya Ragihandin û Pêwendiyan
Di rojnameya Ukaz ya Siûdî de, dîdarek derbarê Yasaya Qeyse ya ku ji hêla Kongirêsa Emerîkî ve hatibû ragihandin hate weşandin, agahiyên giring tê de hebûn, pêwîst e welatiyên Siûdî û yên Ereb agehdarî wan bibin, lê agahiyên nerast jî tê de hatibûn weşandin, ji ber vê yekê hin zelalî derbarê tiştê weşandî û agahiyên li ser zarê hin mêvanan, hêjaye ku bên ronîkirinkirin û zelalkirin.
Bi nêzîkbûna cîbicîkirina yasaya Qeyser, weke her yasayekê derbarê rewşa Sûriyê, Hebendiya Niştimanî komîteke şopandinê destnîşan kiriye, ji bo şopandina yasaya Qeyser a ji hêla Kongirêsa Emerîkî ve hatiye Ragihandin ..
Karê vê komîtê karekî dezgehî ye, girêdayê yasayê ye, û tu têkilyên wê bi karê dîdevan “Qeyser” û tîma wî ya kar re tune ye, tevî piştgirya me ji wan re.
Erkê Hevbendiyê weke dezgehekê ew e, çi yasaya derbarê rewşa Sûriyê derkeve, wê ji bo bercewendiyên gelê Sûrî bi kar bîne, û çi kesê ku tewanan li dijî qurbaniya tomar yan belge bike, ew bi erkê xwe radibe, û çênabe xwe bike nûnerê bitenê ji qurbaniyan re.
Dê Hevbendî bi tevaya erkê xwe derbarê piştgiriya hikûmeta Emerîkî rabe, da ku yasa cîbicî bibe, û kesên berpires di ber van tewanan de siza bibin.
Lê hewildanên çêkirina tevlîheviyê û yên beravêtîkirina rola Hevbendiye ewê ne di çihê xwe de bin, û ew tenê xizmeta wan aliyan dikin, ên ku dixwazin perçebûnê di nava gelê Sûriyê de peyda bikin .
Hevbendî hemû karên rast derbarê belgekirina tewanên rêjîmê li dijî gelê Sûrî bilind dinerxîne, û çavnêr e ku hemû karên dibin hevrêz bin, û bibin yek da kesên gunehkar ji dadweriyê re bêne pêşkêşkirin.
Hevbendiyê doseya yasaya Qeyser di ofîsên afrandina biryarê de li Emerîka li gor karînên xwe ji salan ve dişopîne, da weke yasa were pejierandin.
Em rola revenda Sûrî ya li Emerîka derbarê şopandin û pişgirya doseya yasaya Qeyser bilin dinirxînin, û di heman demê de tiştê ku Qeyser pê rabûye û qehrmaniya wî bilind dinirxînin.
Tiştên derbarê helwesta ji Hevbendiyê, ew piresgirekin kesayetî ne, tevî ku em ew tiştên ku di dîdara rojnameyê de hatiye red dikin, lê em weke mafekî azadiya derbirînê lê dimeyzînin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî