Desteya Bilind ya Danustandinan careke din helwesta xwe ya neguhêr ji erênekirina hebûna çi roleke Beşar Esed di qonaxa veguhêz de nû kir.
Berdevkê desteya bilind ya danustandinan Salim Elmislet got ku “nabe deste hebûna Beşar erê bike”, û got ku “em nabin dîdevan li ser vê tawanê û hewlên mana tawanbar pîroz nakin”.
Elmislit got: “gelê Sûriyê wê bimîne li ser kar û xebata xwe û şoreşa Sûriyê wê berdewam be heta bidestxistina rûmet û azadiyê bêyî Beşar Esed”.
Û bal kişand ku “di ralîteya siyasî de divê hokarê peydabûna sercem rêxistinên terorîst bête jinavbirin, û hebûna wî neyê pejirandin ji ber ku ew jêdera wan rêxistinên terorîstî ye”.
Elmislit tekez kir ku boçûna desteya bilind bo dîtina çareseriya siyasî ” ralîteyeke mezin bi xwe ve digire”, û got: “ku nekarîna civaka navdewletî li ser cêbicêkirina biryarên navdewletî nikare bihêle ew nerîn bête guhertin”, û bal kişand ku “NY bi bêkêriya xwe berpirsyar e di ber tawanên şer û yên dijemirov de li sûriyê”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Beledînews