Çalkvanên Kobanê li ser torên civakî ragihandin ku nanê li xelkên bajêr tê belavkirin ji aliyê nanpêjgehên girdayî bi rêveberya PYDê ve nema tê xwarin.
Çalakvan Ferhan Mihemed, ji xelkên Kobanê ye, ji malpra me re da xuyakirin ku nanê ji nanpêjgeha otomatîkî tê kirîn tev kelpek e û nayê Xwarin, û balkişand ku ardê nan jê çêdikin rêjeyeke mezin ji ceh û kelpekê têde heye Her wiha baş nayê qemandin û hevîrtirş têde pir kême.
Ji hêla xwe ve Derwîş Hemo, yek ji xelkên Kobanê ye, ji mere tekez kir ku nanê ji nanpêjgehê derdikeve ji xwarina mirovan re nabe”, û rêvberya PYDê guh nade daxwaz û derdên xelkê û ne jî xizmeta Kobanê“.
Hemo diyar kir ku xelkê destpê kirine li malên xwe nan dipêjin û amede dikin ji ber ku nanê nanpêjgehê nema tê xwarin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê