Desteya danûstandkar ya Sûriyê daxwaza civîneke awarte ji Encûmena Ewlakariya navdewletî dike, bo gotûbêjkirina tawanên şer ên ku rejîma Esed û hevalbendên xwe li Dera pêk tînin, û daxwaza rawestandina bilez ya operasyonên leşkerî kir, û da zanîn ku ev yek binpêkirine ji biryarên navdewletî re.
Desteyê bêdengiya Encûmena Ewlekariyê û cîbicînekirina wê ji erkên xwe yên yasayî û siyasî re di çarçoveya parastina welatiyên sivîl yên Sûriyê û ranewstana bikaranîna hêzê û çekên qedexekirî ji aliyê rejîma Esed li dijî sivîlan şermezar kir.
Cîns Lîrk, axêverê bi navê nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî bo karûbarê mirovî, amaje bi wê yekê kirk ku herî kêm 45 hezar kes ji Der’ayê ber bi Ordinê ve derketin, bi sedema tundkirina şer ji aliyê hêzên rejîmê ve, û di nava sivîlan de hin zarokên kuştî û birîndar ên ji encama operasyonê bibûn qurbanî hebûn.
Herwiha rêxistina Lêborîna Navdewletî daxwaz ji Hikûmeta Ordinê kir ku sînorê xwe li pêşiya penaberan veke, û Şêwermenda rêxistina Lêborîna Navdewletî Muna Elkîxiya got: “Divê Hikûmeta Ordin sînorê xwe li pêş penaberên ku ji tundiya hêzên rejîma Sûriyê û hevalbendên wê reviyane veke”, û her weha got ku “ew welatiyên revyane di rewşeke nebaş de ne, û di navbera jiyan û mirinê de ne, û çênabe Ordin bi hêsanî dev ji wan berde.”
Hêzên rejîma Sûriyê berya çend roja dest bi helmeteke leşkerî li parêzgeha Derayê kir, di heman dema ku wê deverê bi awayekî tûnd bombebaran dike, û di encamê de bi dehan welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, zarok û jin jî di nava wan de hene, herwiha bi sedan malbat ber bi sînorê Ordinê de koçber bûne.
Jêder:Ragihandina Hevpendiya Niştîmaniya Sûriyê