Hêzên Esed û firokên Rûsî piraniya nexweşxaneyên meydanî û bargehên tendiristî li Der’a bombebaran kirine, û di encamê de ji xizmetê derketine. Diyar e ko tawankariyên cengê yên ko di dema berê de li Xûta û Helebê dubare dikin.
Dezgehên ragehandinê yên xwecihî gotin ku bombebarana asmanî û ya mûşekan ya tund bêtir li ser bajar û bajarokên Der’a, bêtir li ser bargehên zindîdar û bi taybetî navendên bijîşkî li gundewarê Der’a yê rojhelat bûn, û çalakvanên herêmê bal kişandin ser ko wan dengê teqînên mezin bi sedema bombebaranê bihîstine, û texmîn dikin ko cûreyê bombeyên bikar hatine yên qedexeya navdewletî ne.
Çalakvanan tekez kirin ko wêrankirina bargehên zindîdar li herêmê; rewşa mirovî aloz dike, û dihêle ko niştecih neçar bibin ber bi herêmên din de yên aram ên li ser sînorê Urdinê ve biçin.
Operasiyonên bombebaranê li ser gundewarê Der’a yê rojhelat , îro sibeha çarşembê, bû sedema ko sivîlek li bajarokê Elcîze û sê sivîl li bajarokê Elsifêre û sê li bajarokê Elhirak şehîd bikevin, çalakvanan destnîşan kir ko deh kes birîndar bûne û hin ji wan birînên wan giran in.
Her weha li gundewarê Der’a yê rojava duh sêşembê deh sivîl, zarok jî di nav wan de hebûn şehîd ketine, û bêtir ji 20 kesan birîndar bûne, ji encama êrîşên asmanî yên firokên cengê yên Rûsî ko bajarê Newa û bajarokê Edwan û Elşêx Seed amanc kirine.
Jêder:Ragihandina Hevpendiya Niştîmaniya Sûriyê