Îro roja çarşemê 27 hezîranê, 2 otombîlên bombekirî li bajarê Efrînê teqiyan, û di encamê de 11 kes hatin kuştin, û 59 kes jî birîndar bûn. Li gor ku çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand.
Zeyno diyar kir ku 2 otombîlên bombekirî li hindir bajarê Efrînê teqiyan, yek ji wan li meydana kawa û ya din jî li taxa Vêlat , û di encamê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûn.
Her wiha Zeyno bal kişand ku laşê şewitî li Erdê hebûn, û birîndar jî bo nexweşxana Efrînê hatin veguhestin, û hinek jî bo Tirkiyê hatin şandin.
Zeyno da zanîn ku ta niha nexuya ye ku kîjan alî di ber herdû teqînan de berpirsyar e, û hêzên Artêşa Azad derdora devera teqînê dorpêç kirine.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê