Desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê desteyeke serokatiyê ya nû ji xwe re hilbijart. Birêz Ebdulreham Mistefa (serokê rolekê bi dirêjiya salekê) birêz Bedir Camûs û Dîma Mûsa û Ebdulbasit Hemo cîgirên wî û birêz Nezîr Elhekîm emîndarê giştî.
Mistefa di hilbijartinê civînên Hevbendiya Niştimanî rola 39ê de ji dengan 66 deng qezenc kirin, civîn li Istanbûlê roja şemî û yekşemba borî çêbûne.
Hilbijartinên desteya siyasî jî çêbûn ko 19 kes in yên bi serketin ev in: Enes Elebde, Hadî Elbehre, Ebdilehed Istêfo, Mihemed Elebdela,
Beşar Elzu’bî, Emel Şêxo, Riyad Elhsen, Ehmed Remedan, Cemal Elwerd, Mihemed Selîm Elxetîb, Îqab Yihya, Mihemed Yihya Mektebî,
Heysem Rehme, Yasir Ferhan, Hews Xelîl, Ebdilmecîd Berekat, Mihemed Silo, Fadî Ibrahîm û Fûad Elîko.
Endamên desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî dawîtirîn pêşveçûnên meydanî û siyasî û ya sereke dosya tawankariyên cengê û berdewambûna binpêkirinên rêjîmê û Rûsya û Îranê derheqê sivîlan li herêmên corbicor li Sûriyê gotûbêj kirine.
Endamên desteya giştî operasiyonên koçberiya kotekî ko ya dawî li gundewarê Humsê yên bakur bû, hem yên li Xûta rojhelat li gundewarê Şamê pirotesto kirin.
Û tekez kirin ko dubarekirina bikaranîna çekên kîmawî ji hêla rêjîma Beşar ew beraberiyeke aşkere ye ji Netewên Yekgirtî û biryarên wê re, û gotin ku giring e yasaya navdewletî kartêker bibe ji bo dadpirsînê li Sûriyê û Beşar Elesed û hemû simbolên rêjîma wî bêne dadgehkirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî