Raportên Mafnasiyê anîn ziman ko 45 penaberên Filestînî li herêmên corbicor li Sûriyê di nîsana borî de jiyana xwe ji dest dane, digel operasiyonên berfireh ko rêjîma Esed li dijî kampa Elyermûk pêk anîne, û ew mezintirîn kama penaberên Filestînî li Sûriyê ye.
Koma kar ji bo Filestîniyên Sûriyê di raporteke xwe de destnîşan kiriye ko li herêmên corbicor li Sûriyê: 35 kes li Şamê, 8 li gundewarê Şamê û yek li Helebê û yek li Der’a hatine kuştin.
Komê got ku 20 filestînî ji encama fîşekberdanê û 18 bi bombebaranê û sê cihê kuştina wan nehatiye naskirin û du penaber dardakirina meydanî û dudo li jêr êşkenceyê di zindanên rêjîmê de û yek bi gulkeyeke sekmanan û yek bi sedema teqînekê li bajarê Babê hatine kuştin.
Kampa Yermûk li Şamê ketiye ber operasiyoneke leşkerî ji nîveka nîsana borî ve ji hêla rêjîma Esed ya ko dixwaze kontrol bike, di heman dema ku tirseke navnetewî li ser jiyana sivîlên dorpêçkirî heye.
Li gora texmînên acansa Xos û ya kardana penaberên Filestînî (Onrowa) 6200 penaberên Filestînî li taxên kampa Yermûk ji 2011ê ve dorpêçkirî ne, ya ko Netewên Yekgirtî ew xistiye nav herêmên gihiştina wan aloz e.
Netewên yekgirtî diyar kiriye ko rêjîma Esed nahêle alîkariyên mirovî bigehên sivîlên dorpêçkirî yên kampa Yermûk, û daxwaz kir ko giring e kar bibe ji bo parastina sivîlên li kampê û nehêlana koçberkirina wek li herêmên din pêkhat.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî