Hunermendê Sûrî Ezîz Elesmer hewl dide trajediya xelkê Sûriyê ya salên borî bi riya wênesaziyê dîkoment bike, ku bi hezaran tawan li ser destê rijêma Esed û darudestekên wê li salên borî hatin pêkanîn.
Hunermendê Sûrî Ezîz Elesmer, ji salakê ve, li ser dîwerên xwehr û kavilên wêrankirî wêneyên çîroka miletekî azadîxwaz saz dike, ew miletê kuştina wî ji aliyê Rijêmê hatiye helalkirin, lê heta niha vîna wî neşikestiye.
Elesmer di hevpeyvînekê de ligel ajansa “Anadol” bal kişandiye ku ew dixwaze tabloyekê hunerî li ser dîwarekî wêrankirî li bajarê Biniş li gundewarê rojhilatê Idlibê li ser çîroka kampa Yermûkê ya penaberên filistînê li başûrê Şamê binexşîne, ku têde û ligor gotina wî; gotinên Rijêmê û hevalbendên wê bi derew derxîne.
Elesmer tekez kir ku şoreş netenê bi çekan e, û wî wênekêşî bo xwe wek riya xebatê bijartiye, û got: “min biryara wênesaziya li ser dîwarên wêrankirî daye, ji bo peyameke bihêz li ser rewaya doza me bidim cîhanê, û çawa jiyana me û xwendingeh û nexweşxane û xaniyên me li ser destê vê Rijêmê wêran dibin”.
Elesmer bal kişand ku ew bi riya wêneyên xwe hewl dide peyameke bihêz bigehêne hindur û derveyî Sûryayê, ku “doza me doza azadiyê ye, û dozeke rewa ye tevlî çiqas ziyanan, doza miletekî ye daxwaza sadetirîn mafên xwe li hember bihêztirîn çekan dike”, û zêdekir û got: “lê bêguman wê rojekê ser bikeve”.
Hêjayê gotinê ye ku navçeyên rizgarkirî li heft salên borî rûbirû wêraniyeke mezin hatin bi riya bombebarankirina esmanî û topbarankirina rasterast ya Rijêmê û hevalbendên wê.
Û ligor torên mafnasî, wêranî li hin bajaran zêdetir ji 90% ye, ji ber bikaranîna bermîlên teqîner û çekên bitewşî û yên qedexekirî ji aliyê Rijêmê, û ji aliyê wan torên mafnasî ev yek bi tawanên berfereh yên şer hatin pejirandin, û daxwaza raguhestina fayilê Sûrî bo dadgeha tawanên navdewletî kirin ji bo dadgehkirina tawanbarên şer.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî