Çalakvan Ferhan Mihemed ji malpra me re ragihand ku çekdarên PYDê ji 28 Nîsana bûrî de alîgirekî Encumana Niştimanî ya Kurdî yê bi navê Mehmûd Mistefa Weyso li gundewarê Kobanê girtin û birin cihekî ne diyar.
Çalakvan Ferhan Mihemed, ji xelkên Kobanê ye tekiz kir ku Mehmûd Mistefa Weyso dema ku ji herêma Kurdistanê vedgeriya bajarê Kobaniyê hat girtin, Ferhan got: armanc ji girtina endamên Encumana Niştimanî ya Kurdî tunekirina jiyana siyasî ye li herêmên Kurdî li Sûriyê.
Mihemed bal kişand ku kiriyarên PYD ê ji yên rêjîma Sûriyê xirabtir in û baweriya xelkê bi wan qet nemaye.
Tê zanîn ku çekdarên PYDê di dema dawî de bi dehan endam û alîgirên Encumana Niştimanî ya Kurdî girtine.
Jêder : Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê