Toreke mafnasî ya serbixwe tekez kir ku komkujiyên nû ji aliyê rijêma Esed û hevalbendên wê ve li heyva nîsanê hatine pêkanîn, yek ji wan komkujiya kêmyabarana Dûma bû ya têde bi sedan şehîd û birîndar ketibûn.
Û Tora Sûrî ya mafê mirov duhî roja duşemê, raportek belav kir û têde şeş komkujiyên bi destê rijêma Esed û milîsên palpiştên wê li heyva nîsana borî dikoment kirine.
Di raportê de hatiye ku 9 komkujî li heyva nîsana 2018’an hatine pêkanîn, yek ji wan komkujiya kêmyayî ya Dûma ya li Xûta rojhikat ya li ser destê rijêma Esed bû, ku têde bi sedan sivîl bûne qurbanî û piraniya wan jin û zarok bûn, tevlî komkujiya kampa Yermûk ya li başûrê Şamê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dabû zanîn ku ev komkujî tên di çarçovê “siyaseta erda şewitî de ya Rijêm ji bo tirsandin û koçberkirina xelkê bikar tîne”.
Herwiha di raportê de hatiye ku160 komkujî di çar heyvên pêşî ji sala 2018’an de hatine pêkanîn, ku ji wan 29 komkujî li reşmeha borî û 54 komkujî li heyva adarê û 28 li çileyê paşî, û ev komkujî hevdem bûn ligel bombebarana rojane ya ji aliyê hêzên Rijêmê û milîsên wê, û paşî pêkanîna kiryarên koçberkirina neçarî ya xelkên deverên wêrankirî.
Û raportê diyar kiriye ku 40 kes bi eşkencê di girtîgehên Esed de her ji destpêka îsal û heta yekê gulanê hatine kuştin, herwiha ku Tora navhatî di raporteke xwe de ya pêştir gotibû ku hêzên Esed eşkencê li ser bingeha nijadperistî û mezhebî derheqê girtiyan de bikar têne.
Hevbendiya Niştimanî bal kişandibû ku dikomintkirina van tawanên Rijêmê di vê serdemê de ya têde oparesyonên koçberkirina neçarî têne pêkanîn, nîşana wê yekê ye ku Rijêm amrazên terorîstî bikar tîne ji bo neçarkirina xelkê li ser barkirinê ji cih û warên wan.
Herwiha tekez kiribû ku rijêma Esed bi tawanên şer radibe, û divê ligor yasa navdewletî bête dadgehkirin, û bi guhertina yekalîkirina leşkerî radibe li şûna pirosêsa çareseriya siyasî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî