Polîsê Azad li Idlibê dest bi kampaniyeke hişyarkirinê kir, û xelk ji metirsiya bombeyên vedayî agahdar kirin, herwiha rêkxerên vê kampaniyê gotin ku armanc jê saxlemî û selameta canê welatiyên sivîl e, û bi taybet piştî ku hejmarek welatiyên sivîl di encama teqîna bombeyan de jiyana xwe jidest dan.
Ev destpêşxêriya polîsên azad li Idlibê li jêr navê “Bombeyên Mirinê” hat, ji bo hişyarkirina xelkê ji metirsiya bombeyên vedayî û paşmayên topbarana berdewam li tevahiya deverên parêzgeha Idlibê li bakurê Sûriyê.
Ew kampanî li gor daxuyaniyeke berê ya Alîkarê Serokê Beşê Ragehandinê ji polîsên Idlibê , Ebdulrehman Biyûş, ku ew ji bo hişyarkirina xelkê ye ji metirsiya nêzîkbûna keresteyên biyan, û fêrkirina wan li ser çawaniya serderiyê ligel vê yekê, û handana wan ji bo bilez navendên polîs agahdar bikin.
Û cêwaziya vê kampaniya hişyariyê ya ku polîsê azad destpê kiriye ew e ku polîsên jin di rêya serdanên meydanî re beşdar in, herwiha lidarxistina semînaran ji bo jinan bi alîkariya nivîsgehên jinê di encûmenên xwecihî de.
Ev kampanî alav û şêwazên cuda bikar tîne, mîna belavkirina belavok, poster û piroşoran li cade û meydanên giştî û li ser şofêrên basên taybet û giştî.
kampaniya polîsên azad li cihên kombûnên mezin mîna dibistanan kar dike, ew jî di rêya serdanên meydanî û pêwendiya rasterast bi zarokan re, da wan hişyar bikin derbarê bombeyan.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê