Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa got ku Îran berpirs e di ber operasiyonên koçkirina kotekî û guhertina dîmugrafî ya berdewam ya derheqê sivîlan dibe, û hêzên Esed cîbicî dikin û Rûsya piştgiriyê dike.
Birêz Mistefa got ku ew operasiyon tevlî ‘’tawankariyên cengê’’ didin, yên ko rêjîm û piştgirên wê pêk tînin, û ew tawan “nayên lêbûrînkirin bi derbasbûna demê re, û çarenûsa wê dê li dadgeha tawankariyên navdewletî be”.
Û destnîşan kir ko Îran di beraberiya civaka navdewletî de berdewam e, hejmara milîtanên xwe bêtir kiriye, û hewil dide kontrola xwe ber bi herêmine nû ve berfirehtir bike, û tekez kir ko ew milîsên tirorist didin xuyakirin ko ew dê Sûriyê dagîr bikin û rêjîmê û hêzên wê wek milîtanan li dev xwe bikar tînin.
Endamê desteya siyasî Yasir Elferhan dibîne ko Îran li herêmê îro bingeha şer e, destnîşan kir ko tiştê di hilbijartinên Libnanê yên dawî de çêbûne, qebareya têwerdana Îranê û kesên li pey hemû operasiyonên hovane derheqê sivîlan diyar dike.
Elferhan gotina xwe weha berdewam dike: ‘’miletê Sûrî ji operasiyonên tiroristî yên Îranê pir derd û zehmetî kişandine.. ew serkêşiya şer dike û divê çalakiyên wê bêne rawestandin, şer û kîna xwe bo pirojeyê xwe yê mezhebî cîbicî bike ‘’
Û diyar kir ko berpirsiyariya civaka navdewletî bo rawestandina evî pirojeyî mezintir bûye û divê helwestin wêrektir bêne standin ko Tehranê neçar bike milîtanên mezhebperest an yên piştgirên wan rawestînin, û dijî tawankariyên wê yên mezin derheqê sivîlan derkeve.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî