Çalakvanên bajarê Efrînê ragihandin ku îro sêşemê 8ê Gulanê çekdarên rêjîma Esed li Şêrawa rê nedan bi sedan welatiyên sivîl yên Efrînê ku dixwestin vegerin gund û bajarokên xwe û ta niha xelk li nêzî çeperê rêjîmê kombûne.
Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re diyar kir ku çekdarên PYDê û rêjîma Esed rê nedan xelkên ku dixwestin vegerin û bi deh hezaran xelk li nêzî bajarokê Til Rifet di konan dene.
Ji aliyekî din ve, Zeyno bal kişand ku welatiyê bi navê Mihemed Reşîd Seydo li gundê Qotan yê bi ser bajarokê Bilbilê ve dema ku derbasî mala xwe bû di encama teqîna mayinkê de hat kuştin.
Tê zanîn ku çekdarên PYD ê bi hezaran xanî li hindirê bajar û gundên Efrînê berî ku derkevin mayin kirine, û di encamê de ta niha bi dehan xelkên Efrînê jiyana xew ji dest dane.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî