Civînên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, ya rola wê ya 50î , di riya odeyeke telfiziyînî ya girtî re, îro sibeha şembiyê dest pê kirin, tê de rewşa niha li ser asta siyasî û meydanî û kar û barên hişyarkirinê ji bo rûbirûbûna Vîrosa Koronayê gengeşe kirin.
Û Desteya Giştî biryarên ku Desteya Serokatiyê û Desteya Siyasî yên Hevbendiyê û bi hevkariya Hikûmeta Sûrî ya Demkî derbarê rûbirûbûna Korona bilind nirxand, û sipasiya Wezareta Tendurustiyê ya Hikûmeta Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê û tevaya saziyên bizîşkî kir, li ser xebatên wan ên hişyarkirina ji bo xweparastina ji Korona yên li deverên rizgarkirî , tevî hemî ziyana li karta bizîşkî bûye, ji encama êrşên tund ên rêjîma Esed û siponserên wê.
Serokê Hevbendiya Niştimanî, Enes El-ebde, rapora Serokatiyê pêşkêş kir, tê de tekez kir ku şoreşa Sûriyê qonaxeke dijwar derbas kir, piştî êrîşa rêbazkirî ji aliyê ” hevkarên şer” ve, di hemû waran de, û bal kişand ser qehremaniyên Artêşa Niştimanî li eniyên şer, her weha xebatên Hikûmeta Sûrî ya demkî, û helmetên diplomasî û siyasî yên ku Hevbendiya Niştimanî li ser asta Erebî û Îslamî û Navdewletî pê rabûye.
Û ji aliyê xwe ve, Emîndarê Giştî û Sekretêrê Desteya Siyasî û Hevrêzkarên Ofîs û Rêvebirî û Komîteyan, raporên xwe yên rolane pêşkêş kirin, û tê de xebatên di dema borî de bûne zelal kirin, û girîngî dan berdewamiya çakkirina baregehên leşkerî yên Artêşa Niştimanî ya Sûrî li ser eniyên şer, û rêxistinkirina wan di warê rêvebirî de, û berdewamiya pêşkêşkirina xizmetkariyan li deverên rizgarkirî , di riya Hikûmeta Sûrî ya Demkî re, her weha şopandina rewşa penaberên Sûrî li dewletên ku lê bûne penaber, û berdewamiya xurtkirina pêwendiyên hevbeş bi Dewletên Dost û Bira re, û belavkirina doza Sûriyê li ser asta Navdewletî.
Û amedebûyan doseya girtiyan û helmeta navdewletî yaku Hevbendiya Niştimanî pê rabûye jibo fişaran bidin ser rêjîmê, daku ji ber metirsiyên belavbûna Vîrosa Korona di nav girtiyan de wan serbest berdin gengeşe kirin, herweha hate tekezkirin ku rêjîma Esed hîn di kuştina girtiyên di zîndanan de berdewam e,.
Û Endamên Desteya Giştî xebatên girîng ên ku Komîteya Sûrî-Tirkî ya hevbeş pê radibe, û karîna wan a çareserkirina beşekî mezin ji pirsgirêkên ku Sûruyên li Tirkiyê rastî wan tên, û beşdariya Komîteyê ya dawîn di komkirina agahiyan li ser malbatên ku ziyan ji kirîza Korona dîtine, û vegerandina hemû penaberên Sûrî yên ji ser sînorê Tirkiyê û Yonanistanê, û gihandina wan bo cihên ewle, û alîkariyên di warê dabînkirina xwarinê û keresteyên bizîşkî de, bilind nirxandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî