Tora Sûrî ya Mafên Mirova di rapora xwe de derbarê astengiyên ku kadroyên bizîşkî li Sûriyê dibînin, yaku duh înê derketî, eşkere kir ku, rêjîma Esed 83 ji kadroyên bizîşkî di hundir navendên girtinê de kuştine, û got ku hîn 3327 kes ji kadroyan ji heyva adara 2011an de heya gulana 2020an girtî ne.
Û raporê ziyanên diravî û mirovahî yên sereke dermafê karta bizîşkî ji heyva adara 2011an heyanî vê heyvê çêbûne berçav kirin, û anî ziman ku wê kuştina 855 ji kadroyên bizîşkî di nav de 86 bi sedema îşkenceyê li ser destê hêzên sereke û çalak li Sûriyê jiyana xwe ji dest dane, tomar kiriye.
Û raporê diyar kir ku hêzên rêjîma Esed 669 ji kadroyên bizîşkî kuştin, di nav de 83 di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dan, û Rûsiya 68 kes, û rêxistina Daêşê 40 kes kuştine, û 30 di nav de 2 ji ber îşkenceyê li ser destê aliyên çekdar hatine kuştin, û 8ên din ku yek jê di bin îşkenceyê de li ser destê Milîsên PYD hatine kuştin, her weha hêzên Hevpeymana Navdewletî 13, û Heyet Tehrîr Elşam 6, û aliyin din 21 kes kuştin.
Û raporê got ku ne kêmtir ji 3353 kesan ji kadroyên bizîşkî hîn girtî û bêserûşûn in, li ser destê aliyên çalak li Sûriyê, 3327 ji wan li ba rêjîmê ne, û 4 li ba Heyet Tehrîr Elşam, 13 li ba Milîsên PYD ne, 4 li ba hin aliyên çekdar in, 5 ji kadroyên bizîşkî yên li ser destê rêxistina daişê hatine girtin hîn bêserûşûn in.
Û raporê bal kişand ku ne kêmtir ji 860 bûyerên dijminkarî dijî avahiyên bizîşkî li ser destê aliyên sereke û çalak li Sûriyê ji adara 2011an de heya gulana 2020an çêbûne, û hêzên rêjîmê û Rûsiya 87% ji bûyeran pêk anîne.
Û raporê got ku rêjîma Esed û Rûsiya ji ber rêjeya herî mezin ji binpêkirinan ya ku zêdeyî 90%ne berpisyar in, û anî ziman ku di navbera helmeta leşkerî ya dawîn li ser deverên Idlibê, ji 26 nîsana 2019an ta gulana 2020an, ne kêmtir ji 73 ji avahiyên bizîşkî wêran bûne, di riya 95 bûyerên dijminkariyê re.
Û rapora Saziya Mafnasî, hişyarî da ku derdora 147 hezar girtî, di nav de 129hezar li ba rêjîma Esed in, di bin metirsiya pêketina Korona da ne.
Û raporê ji Encîmana Asayîşa Navdewletî daxwaz kir, ku hemû tiştên li ber desta bikin, ji sepandina sizeyan de ta gefên leşkerî, daku rêjîm destûrê bide Rêxistinên Navdewletî ji bo derbasî hundir girtîhehên rêjîmê bibin, û çarenûsa bi dehhezaran girtî di pêşî de kadroyên bijîşkî eşkere bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî