Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, civînên xwe yên rola 50 ya di riya odeyeke telfizyonî ya girtî re li dar ket bidawî kir, û doseya berfirehkirina Hevbendiya Niştimanî gengeşe kir, û Wezaretên Hikûmeta Sûrî ya Demkî raporên xwe yên qonaxa çaryeka duyem ji sala 2020an pêşkêş kirin.
Û Nûner û Balyozên Hevbendiya Niştimanî yên li Dewletên Erebî û Dewletên tevaya Cîhanê raporên karêd xwe pêşkêş kirin.
Û Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî, Nûnerên Encûmena êl û eşîrên Sûrî bi 5 endamin nû û Komeleya Serbixweyên Kurd bi nûnerekî tevlî xwe kirin, ew gav jî li gorî şêwirdarî û xwestekên Desteya Siyasî hat.
Û Hikûmeta Sûrî ya Demkî rapora karê xwe yê çaryeka duyem ji sala em tê de ji Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî re pêşkêş kir.
Û Wezîra Perwerde û Fêrkirinê, Huda Elebsî, kartêkirinên ku Wezaret pê rabûne nemaze rawestandina demên kar li dibistan û zanîngehan, û xwendina ji dûr ve, û dabînkirina amûrên pêwîst jibo wê pirosesê zelal kir, bi rengekî taybet tomarkirina waneyan û fotokirina waneyan û dabînkirina wan ji tevaya xwendekaran re.
Û Wezîrê Tendurustiyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, Meram Elşêx, pêkanîna kartêkirinên hajêkirinê ji Vîrosa Korona û nehêlîna wê ku bighîne deverên rizgarkirî, û berdewamiya kar bi wê pilanê şirove kir, û bi taybet berdewamiya kontirol kirina kesên gumana pêketinê lê hene, û helmeta tafîrkirina avahiyên giştî û dezgehan, û helmetên agahdarkirinê derbarê Vîrosê û rêçên xweparastinê, û amedekirina odeyên cihêkirin û qantîneyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî