Dîsa rêjîma Esed û Rûsya bajarê Dûma bombebaran dikin wek ko li Xûta rojhelat ji bo koçkirina kotekî li ser xelkê feriz bike, wek li herêmên din pêk anîne, di encamê de bêtir ji 300 sivîlî birîndar û şehîd ketine, ko bi 150 êrîşên firokên cengî û yên perwane di 24 demjimêrên borî de bombebaran kirine.
Bajarê Dûma li jêr agirekî tund e, piştî ko rêjîmê dorpêç kiriye tako niştecihan koçber bike û xaka Xûta kontrol bike, ji sê salan wek vê koçberî çênebûye.
Berevaniya sivîl ya Sûrî li gundewarê Şamê got duh înê bêtir ji 40 sivîlî şehîd ketine û bi dehan birîndar bûne, bi encama bombebaraneke tund bi mûşekan ji firokên cengî û bermîlên teqîner ji firokên perwane yên hêzên rêjîma Esed, diyar kir ko endamên berevaniya sivîl kar kirin bo kesên li jêr wêraniya rizgar bikin.
Berevaniya sivîl diyar kir ko bombebaran ji duh de ranewestiyaye, firokên cengî û yên perwane yên bi ser rêjîmê û Rûsya ve îro şemiyê malên niştecihan û dikan bi mebest bi bêtir ji 50 êrîşan bombebaran kirine, têde mûşek û bermîlên teqîner bikar anîne.
Çalakvanên ko li bajarê Dûma salixê bombebaranê bi ‘’ tund‘’ dane, diyar kirine ko bêtir ji 8 firokên cengî û yên perwane herêmên niştecihan û yên zindîdar li bajêr bombebaran kirin, firok ji asmanê bajêr naçin, bal kişandin ser ko her êrîşeke ji firokeke cengî çar mûşekên teqînera tund ko heyberên sotinî ne û ji yên perwane 3 bermîlên teqîner ko tev de bombeyên goşeyî ne.
Bajar û bajarokên Xûta rojhelat ji sibata borî de ketiye ber operasiyoneke cengî ya xurt, hêzên rêjîmê û Rûsya têde hemû cûreyên çekên qedexeya navdewletî ji wan jî kîmawî û fosfora spî û napalma sotinî bikar anîne, digel ko dorpêçeke asê kiriye vê yekê hişt ko niştecih yên ko hejmara wan bêtir ji 400hezarî ye bi neçaretî ber bi bakurê Sûriyê ve koçber bûne.
Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê salixê vê yekê bi operasiyonên qirkirina komel da, daxwaz ji Netewên yekgirtî kir ko piştgiriya xweragirya xelkên Dûma bike û nehêle koçber bibin hem jî biryara Encûmena ewlekariyê 2401 cîbicî bike ko agirbest pêk bê û alîkarî bigehên.
Toreyên mafên mirovan li gora serjimarên xwe gotin ko rêjeya tundûtûjiyê di herdu heyvên borî de bilind bûye, digel operasiyona leşkerî, her weha operasiyonên koçkirina kotekî berfirehtir bûye ko gihaye bêtir ji nîv milyon kes.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî