Tora Sûrî ya mafên mirov raporta xwe ya heyvane duhî roja înê bi belgekirina kuştina 24 karmendên pizîşkî û bergiriya sivîl li heyva adara borî belav kir, ku piraniya wan bi destê hêzên rijêma Esed hatine kuştin.
Di raportê de berpirsyaretiya rijêma Bişar Esed û milîsên hevkarên wê bi kuştina 19 karmendên pizîşkî bi rêjeya 79% hatiye, û 3 karmendên din bi destê hêzên Rûsî bi rêjeya 12% hatiye, û kuştina karmendekî bitenê bi destê milîsên “PYD” û karmendekê din ji aliyê aliyekê nediyar hatiye.
Herwiha 27 êrîş li heman heyvê li ser navendên zindî û bergiriya sivîl û heyva sor di heman raporta torê ya heyvane de hatine tomarkirin, ku 18 ji wan ji aliyê hêzên Esed û 5 ji wan ji aliyê hêzên Rûsî û êrîşek bi tenê ji aliyê hêzên Hevpeymaniya navdewletî û 3 êrîş ji aliyê hin aliyên nediyar hatine pêkanîn.
Raportê diyar kiriye ku êrîş hatine pêkanîn li ser nexweşxane û xestexane û xalên pizîşkî, tevlî ambulans û navendên bergiriya sivîl.
Raporta heyvane diyar kiriye ku rêjeya kuştiyên karmendên pizîşkî her ji destpêka sala 2018, gihiştiye 61 kuştiyan, ji wan 40 li ser destê rijêma Esed hatine kuştin.
Tora Sûrî ya mafên mirov di dawiya raporta xwe de daxwaza neçarkirina rijêma Bişar Esed bi cêbicêkirina biryara 2139 ji konseya ewlekariyê kiriye, û herwiha daxwaza şermezarkirina armanckirina navendên zindî yên sivîl nikarin bê wan jiyan bikin kiriye.
Tora mafperwer ya navhatî daxwaza giringiya qedexekirina biçekirina rijêma Esed û raguhestina fayilê tawanên li Sûriyê bo dadgeha navdewletî kiriye, ji bo dadgehkirina gunehbarên wan tawan û binpêkirinan.
Jêder: Ofîsa RagihandinaHevbendiya Niştimanî