Duh roja înê 6 Nîsanê di encama teqîna mayinekê de 3 zarok li gundewarê Kobanê hatin kuştin û yek jî birîndar bû, li gor çalakvan Ferhan Mihemed ji malpera me re ragihand.
Mihemed da zanîn ku di encama teqîna mayinekê de zarokên bi navê ” Şêx Îsmaîl (9) salî ye, Îbrahîm Elo(7) salî ye, Luqman Dabo (13) salî ye, jiyana xwe ji dest dan, û zarokê bi navê Basil Şêx ê (14) salî birîndar bû, dema ku li gundê çareqliyê li rojavayî Kobaniyê li ber pezê xwe bûn.
Mihemed diyar kir ku zarokê birîndar hate veguhestin bo nexweşxana Emel li bajarê Kobanê û rewşa wî pir xerab e.
Tê zanîn ku bi dehan welatiyên sivîl li bajarê Kobanê û gundewarê wê hatine kuştin di encama teqînên mayinên rêxistina DAÎŞ de.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî