Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Selwa Eksoy, daxwaza dîkomîntkirina kiryarên koçberkirina kotekî û guhertina demografî ya li Xûta rojhilat dibe li ser destê rijêma Esed û milîsên Îranê û Rûsiya ji NY û dezgehên mafên mirov yên navdewletî kir.
Eksoy cext li ser giringiya beşdariya konseya mafên mirov di pirsa dîkomîntkirinê de kir, û ligor yasa navdewletî û yasa mirov dît ku pêdivî ye fayilê Sûriyê li ser tawanên şer yên dibin bêne raguhestin bo dadgeha tawanên navdewletî ji bo dadgehkirina tawanbarên şer û di serî de Bişar Esed û Vladimir Putin.
Eksoy, Mosko bi serektirîn encamderê kiryara koçberkirinê ya li Xûta rojhilat dît, û daxwaza pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo koçberan ji Xaça Sor ya navdewletî li şûna serpiştiya parastina karwanê timbêlên Bişar Esed bike dema serdana navçeyên Xûta yên wêrankirî kir.
Cîgira serokê Hevbendiyê bal kişand ku wêneyên tên belavkirin li ser dezgehên ragihandinê derbarê belavkirina xwarinê li ser koçberên Xûta ji aliyê dezgehên Rijêmê, dîmenên kirêt in dijî mirov û mirovatiyê li hemû aliyên cîhanê.
Eksoy tekez kir ku rijêma Esed bi kiryarên xwe yên kirêt li dijî sivîlan, vîna gelê Sûriyê ya berdewamkirina şoreşê heta bidestxistina rûmet û azadiyê û rûxandina Rijêmê bi hemû darudestekên wê û avakirina dewleteke mirov li şûna wê zêde dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî