Çalkvanên bajarê Efrînê ragihandin ku Partiya Yekîtiya Dîmoqrat PYD û çekdarên rêjîma Esed rê nedan xelkên Efrînê da ku vegerin gund û bajar û bajarokên xwe.
Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku çekdarên PYDê û rêjîma Esed li gundê Tineb yê li nêzî bajarokê Nubil û Elzehraa rê nedan sedên welatiyên sivîl yên Efrînê ku dixwestin vegerin gund û bajarokên xwe û tekez kir ku gule berdan otomobîlên wan.
Her wiha Zeyno tekez kir ku çekdarên PYDê welatiyên sivîl yên Efrînê şandin gundewarê Til Rifet û balkişand ser rewşa xelkên koçber ku pir xirab e û malên wan bombekirî ne , û bi deh hezaran bê mal û xanî ne û di konande dijîn.
Zeyno bal kişand ku milîsên bi ser rêjîma Esed ve li bajarokên Nubil û Elzehraa her welatiyakî bi 1000 dolarî bi dizî derbasî bajarê helebê dikin.
Derbarê talankirina ku li gundewar û bajarê Efrînê dibe, Zeyno da zanîn ku artêşa Tirkiyê û ya Azad bi dehan diz girtine û hinek tiştên xelkê ji wan standine.
Jêder: Beşê Kurdî yê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê